Li Surê êrîş berdewam dikin, du teqînên mezin çêbûn

11:24

JINHA

AMED - Li navçeya Surê serê sibehê heta niha topebaran tê kirin û piştî êrîşan jî 2 teqînên dijwar çêbûn.

Li navçeya Surê ya Amedê li dijî êrîşên hêzên şerê taybet ên AKP'ê ev 54 roj in berxwedana gel didome, serê sibehê jî êrîş berdewam dike. Li navçeyê serê sibehê ve dengê teqîn û çekan tê. Di dema ku topebaran berdewam dikir 2 teqînên dijwar çebûn. Der barê encamên teqînan de agahî nehat wergirtin.

Li navçeyê serê sibehê heta niha şebekeyên telefonan jî hatiye birîn.

(zt)