Di salvegera rizgariya Kobanê de jin daristan paqij kirin

11:25

JINHA

KOBANÊ - Bi boneya salvegera rizgarkirina Kantona Kobanê Yekitiya Star li Kantonê dest bi paqijkirina daristanên bajêr kirin.

Îro Yekitiya Star li Kantona Kobanê bi boneya nêzîkbûna salvegera rizgariya Kobanê bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' û hildana alên Yekîtiya Star dest bi paqijkirina daristan û parkên bajar kirin. Hejmareke berçav a jinan, bi taybet dayîkên şehîdan amade bûn û dan diyarkirin DAIŞ mal wêrankirin, her tişt şewitandin daristan xirab kirin û wiha gotin, "Niha piştî salek li ser rizgariya Kobanê dibore em çawa dixwazin her qada jiyanê dubare înşa bikin. Em jî bi paqijkirina daristanên xwe vê yekê dikin."

(za/rc)