Ji bo girtina mirî û birîndaran parlementer hewildidin bikevin taxa Cudî
11:27
Çile
24
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Tûba Hezer, ketin nava navçeya Cizîrê, ku terora dewletê lê dewam dike.
Ji bo rakirina birîndaran û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman, parlamenterên HDP'ê Leyla Birlik, Tuba Hezer û Ferhat Encu li gel malbata Karaman berê xwe dan taxa Cûdî. Lê belê li ser Pira Cizîrê, hêzên dewleta Tirk pêşî li wan girtin.
Parlementer ji bo biçin taxê, hevdîtinên xwe didomînin.
(zt)