Li Nisêbînê jinekê jiyana xwe ji desta
12:28
JINHA
MÊRDÎN – Di encama teqîna li Nisêbînê pêk hatî de jinekê jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de 3 wesayîtên zirhî jî hatin asta neyên bikar anîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema derbasbûna maşîneyên zirxî yên polîsan de li Kolana Cumuriyetê şevê din teqînek mezin pêk hatibû. Piştî teqînê hêzên dewletê bi seatan derdor bi çekên giran gulebaran kiribû. Hate zanîn ku di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha ji ber teqînê û gulebarankirina hêzên dewletê li hind malên derdorê û kargehan hasar pêk hat.
Di encama teqînê de 3 maşîneyên zirhî jî hatin nasta neyên bikar anîn. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirhî yên sewqî cihê teqînê hatin kirin jî bi seatan tax bi çekên giran gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê di gelek mal û kargehan de jî hasar derket holê. Her wiha ji ber gulebaranê agir bi qamyonekê jî ket. Qamyon ji hêla ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hate tefandin.
Di derbarê kuştî û birîndarên polîsan de agahî nehatin bidestxistin.
Cenazeyê jina ciwan a jiyana xwe ji dest da ji aliyê gel ve li taxê rakirin malekî û li bendê ye rakin nexweşxaneyê.
(bg/zt)