Li Surê kolana Melek lê jiyana xwe jidest dayî cardin hat topbaran kirin

12:51

JINHA

AMED - Li Surê parçeyên topên bi kolanên qedexe dikevin heya ser cadeya Îskenderpaşa û Melik Ahmet jî diçin. Kolana Melek Alpaydin lê hatî qetilkirin cardin tê topbarankirin. Parçeyên topan bi dermanxane û Mala Dengbêjan ketin.

Li navçeya Sura Amedê 54 rojin doprêç û êrîş berdewam dikin. Topbarana bê navber berdewam dike heya deverên ne dibin dorpêçê de jî diçe. Di saetên serê sibê de li Kolana Buyuk Akar a Taxa Îskenderpaşayê topek bi malekê ket. Mala ku top dîwarê malê qul kir û di hindirê malê de teqiya malbat bi şans xilasbûn. Li heman kolanê berî niha di 3'ê yê çile de topek bi mala Melek Alpaydin ket û di malê de jiyana xwe jidest da.

Dermanxaneyek a li ser Cadeya Melik Ahmet jî ji ber parçeyên topê ziyan dît. Dîsan li ser heman cadeyê Mala Dengbêjan a li ser Cadeya Amedê jî ziyan dît. Li her du deveran jî li gorî şans mirov xilas bûn.

Ewlehiya canê welatiyên Surê ji ber topbaranê nîne.

(zt)