Greva birçîbûnê KURDî-DER'ê dewr girt

13:33

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Dayikên Aştiyê greva birçîbûnê dewrî KURDÎ-DER'ê kir.

Li Colemêrgê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li avahiya ÎHD'ê greva birçibûnê ya hatî despêkirin berdewam dike. Dayîkan piştî 2 rojan nobet dewrî Şaxa KURDÎ-DER'ê kirin. Dayîkan bi merasîmekê gireva xwe dewir kirin. Di dema dewirkirinê de dayîka Remzîye Daştan diyar kir ku ji bo mirin bidawî bibin ew 2 rojan ketin Greva birçîbûnê û got: "Em ji bo mirin bên rawestandin û malbatên ku niha cenazeyên wan li kolanan nikarin wergirtin ji bo ku piştgiriyê bidin wan em ji bo 2 rojan ketin greva birçibûnê êdî bila mirin bên rawestan din. Em niha grevê dewr Kurdî-der'ê dikin."

Pişti axiftina Remziyê Hevserokê KURDÎ-DER'ê Metîn Kaçmaz jî ani ziman ku ji bo êrîşên dewletê bi dawi bibe ew greva birçibûnê dewr dirgirin.

Pişti axiftinan Şaxa KURDÎ-DER'ê greva birçibûnê dewr girt greva birçibûnê li avahiya ÎHD'ê berdewam dike.

(zyd/zt)