Li taxên dibin bombabaranê yên Cizîrê de 3 cenaze hatin dîtin
13:46
JINHA
ŞIRNEX - Li du taxên Cizîrê yên dibin êrîşan de 3 cenaze hatin dîtin.
Di roja 42'an de êrîşên hêzên dewletê ser Cizîrê berdewam dike. Ji 28 welatiyên duh bi topa hewanê di malekê de birîndar bûyîn duyan jiyana xwe jidest dan, yên dinê jî hîna li bena abolansê ne.
Di saetên nîvro de li Taxa Dicle cenazê mêrek nasnama wî nehat zanîn hat dîtin. Ji bo girtina cenazeyan abolansa Şaredariya Cizîrê ket nava taxan. Li Taxa Deriyêçiyê jî 2 cenazeyên nasnama wan nehat zanîn hatin dîtin. Cenaze rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
Tê payîn ji bo otopsiyê cenazeyan bişînin Şirnexê.
(zt)