Ji bo êrîşê li ser Surê çalakîya nobete berdewamdîke
14:43
JINHA
AMED - Çalakiya a ji bo êrîşên ser Surê ya li Taxa Îskenderpaşa di roja 34'an de berdewam dike. Çalakiya Sumerparkê jî di roja 3'an de ye.
Li navçeya Sura Amedê ev 54 rojin êrîşê hêzên dewletê berdewamdikin. Bi pêşengiya reveberiya HDP û DBP ji bo ku dorpêça ser Surê bê rakirin li Sumerparkê ev 3 rojin çalaki berdewamdike. Şêva din tîmên taybet bi fermana walîtiya Amedê konê çalakvanan rakirin, çalakvan bê kon çalakiyê berdewamdikin. Hevserokên navçên HDP û DBP, Meclîsa Gel, MEYA-DER û Karkeren şaredariyê, Nunerê komeleyan jî di navê de çalakvan bi diruşma "Heya dorpêça ser Surê berdewam bike êm jî çalakiya xwe berdewam bikin" di çalakiyê denin.
Wê malbatên bi rojan cenazeyê zarokên wan li rojan li nava kolanên Surê mayîn û ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe di çalakiyê denin jî tevlî çalakiya Sumerparkê bibin. Li Taxa Îskenderpaşaya Surê çalakiya nobetê berdewadîke. Meclîsa Gel ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin.
(dt/zt)