Li Cizîrê jinek ji bo zaroka xwe rizgar bike bi alaya sipî ve çu herêma şer
15:03
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Cizîrê êrîş giran bûn, 2 ciwan dibin êrîşên giran denin. Dayîka yek ji her du cuwanan Gulê Urun bi alaya sipî çu herêma şer. Mala ku ji Qeymeqam re hatiye ragihandin 28 birîndar têdenin ji serê sibê ve hedef girtine û êrîş dikin ser.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîşên tevkujiyê di roja 44'emîn de berdewam dike, ciwanê bi navê Omer Urun û ciwanê bi navê Kasim ku paşnava wî nehat zanîn, ji bo nasnameyên xwe yên li malê bigirin, ji Taxa Dagkapiyê xwestin biçin Taxa Cudiyê. Ciwan dema hatin ser Kolana Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin gulebaran kirin û ji ber êrîşan xwe spartin malekî li pişt avahiya şaredariyê.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, avahiya li Taxa Cudiyê ku 28 kesên di topbaranê de birîndar bûne û cenazeyê 2 kesan tê de ne, hedefa êrîşên hêzên dewletê ye. Ji duh ve ye, Cîhan Kahraman ê ku derbarê wî de DMME'yê biryara tedbîrê girtibû û welatiyek ku navê wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan û ji 28 birîndaran 18 birîndar her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Navnîşana mala li Caferî Sadik Sokak, ji bo ku birîndar û cenaze ji nexweşxanê re werin rakirin, ji rayedarên hikumetê, qeymeqamî û nexweşxanê re hate ragihandin. Piştî ku navnîşan hate ragihandin, avahiya ku birîndar tê de ne ji aliyê hêzên dewletê ve bi taybet hedef hate girtin û niha jî di bin topbarana giran de ye.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, di hesabê xwe yê twîtter de derbarê rewşa dawî de ev tişt nivîsîn: "Li Sikaka Caferî Sadik a Taxa Cudiyê, birîndarên ku di avahiya pênc qat a sor de ne, li benda rakirina nexweşxanê ne. Eger tiştek were serê welatiyên sivîl ên ku me navnîşana wan ragihandiye hikumetê, dê hikumet bibe berpisyarê sûca mirovahiyê. Qatên jor ên avahiya ku di jêrzemîna wê de birîndar hene, dibe hedefa êrîşan."
(zt)