Bilançuya dorpêçê ya roja 42'an: 1 jin 6 mirî bi dehan birîndar

17:53

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Cizîrê êrîşên ser mala 28 birîndar û du cenaze têdene berdewam dike. Ji birîndaran jinek ciwan jiyana xwe jidest da. Ji şevadinê heya niha li Cizîrê 6 kesan jiyana xwe jidest dan, birîndar jî hîna dibin êrîşê denin.

Li Taxa Cudiya Cizîrê di êrîşên dewletê yên duh de 28 kes birîndarbûyîbûn. Ser avahiya ku têde 28 birîndar û 2 cenaze heyî êrîş berdewam dike. Li gorî agahiyên ji Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç hatî girtin Cihan Karaman ê ku AÎHM'ê ji bo wî biriyara tedbîrê dayî û welatiyek din ê nasnama wî nehat zanîn jiyana xw jidest dan. Mehmet da zanîn ku ji nava birîndaran jinek ciwan a nasnama wê nehat zanîn jî jiyana xwe jidest da û jimara miriyan gihişt 3 yan. Mehmet destnîşan kir ku di avahiya ku birîndar di bodroma wê de li bena rakirina nexweşxanê ne ji aliyê hêzên dewletê ve hedef hatiye girtin û êrîşî ser avahiyê dikin.

Li taxên Dicle û Deriyêçiyê jî 3 cenaze hatin dîtin û birin morga nexweşxanê. Ji duh êvarî heya niha li Cizîrê 6 kes hatin qetilkirin.

(zt)