YPS-Jin: Me Sala 2016'an hamleya azadiya jinan îlan kiriye bila jinên cîhanê refên xwe bigirin

09:31

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDİN - Endama YPS-Jin a Nisêbînê Dunya Stêrk diyar kir ku ji derveyî çek girtinê ti rêyên dinê ji bo kurdan nemane û got: "Me sala 2016'n hamleya azadiya jinan îlan kir, bila jinên cîhanê di refan de cihê xwe bigirin."

Yek ji bajarên di yekem dîroka PKK'ê de navê xwe bi serhildanê kolayî Nisêbîna Mêrdînê hîna nivîsîna dîrokê berdewam dike. Li bajarê her serê kolanekê welayîtên zirxî heyî çêkirina barîkatan bi destê jin û zarokan berdewam dike. Welatî li xalên qontrolê yên YPS-Asayîş nobetê digirin. Li piş barîqatên Nisêbînê jiyanek nû tê avakirin. Di derbarê xebatên piş barîkatan de em li gel Endama YPS-Jin Dunya Stêrk axivîn.

'Ya wendekirî dewlete'

Dunya destnîşan kir ku ji sala 2013'an heya niha li gel hemû pêngavên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jiyanek azad hatin avêtin, lê di aliyê hikumetê de ev weke polîtîkaya mijulkirinê hat nirxandin û wiha domand: "Dewletê em mijulkirin. Gelê kurd ji vê rewşê bêzar bû. Dibin navê pêvajoya çareseriyê de amadekariyên qirkirinê dikirin. Me dema ku dewletê dixwest jî da û pêvajoyên ji bo aşiyê pêwîstbûn avêtin. Tenê xalek a em hesabê bidin nemaye. Lê dîsan jî windakirin ne ya gelê kurd a dewletê ye. Ger ev du mehin li gel qedexeya derketina kolanan jî nikarin têkevin taxekê, ji xwe tê wateya windakirina dewletê."

'YPS ji bo gel li qadane'

Dunya bilêv kir ku şerek li gel hemû qerêjiya xwe dewlet dide meşandin û wiha berdewam kir: "Bêyî ferqê bêxe jin, zarok, kal û pîran em bi polîtîkayek qirkirinê re ru bi rune. Li hemberî vê bila kes dilnizmiyê ji me hêvî neke. Bêguman li hember ên dayîk û zarokên me qetildikin emê çekê bigirin. Hembûn û tinebûna nasnameyekê vê pêvajoyê ji derveyî çekê ti rê ji bo ciwanan nehêlaye. YPS tekoşîna qadên leşkerî, siyasî û çandîne. Ev ne tenê tekoşînek çekdariye. Bila gelê me vê baş bizane, YPS ji bo gel li qadane. YPS sazumaniyek rizgariya gelan bingeh digire ye."

'YPS-Jin li hember pergala mêran bersiveke'

Dunya di derbarê giringiya sazumaniya jinan di nava PKK'ê de jî wiha axivî: "Eeke di reel sosyalizmê de me dîtî 'despêkê tekoşîna gelan paşê ya jinan' nabe. Em hînbûn ku ev ceribandin nabe. Ji bo wê jî em neçarin tekoşîna jinan û gelan bi hev re bidin meşandin. Ji bo wê jî di pêvajoya Rojava de YPJ hat avakirin, bi wê re şoreşa rojava bû şoreşa jinan. Ji bo wê jî li aliyê Bakur em tenê bi YPS'ê sînor namînin. Me weke tekoşna jinan a pênc hezar salan dest bi şer kir û weke YPS-Jin neçarman xwe îlan bikin. Yan jî dê lingek ê şoreşê kêm mabana. Weke Rêbertiya me gotî; Dema ku pirsgirêk ji kokê de neyê çareserkirin, çareser nabe."

'Ji tekoşîna jinan zêdetir çare nîne'

Dunya anî ziman ku her sal bi hezaran jin tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Îro li çiyayan PAJK, li Rojava YPJ, li Şengalê YBŞ-Jin û li Bakur jî YPS-Jin în. Ji bo vê ye di salvegera komkujiya Parisê de 3 hevalên me yên dinê li Silopî qetilkirin. Bi hişmendiyek wiha divê em di nava şoreşê de cîh bigirin. Dewlet ji jinên rêxistinkirî ditirse û bi zanabûn wan hedef digire."

Banga tekoşîna Enternasyonal

Dunya wiha dom kir, "Me weke jinên kurd di sala 2016'an de hamleya azadiya jinan îlan kir, bila jinên cîhanê di refan de cihê xwe bigirin. Li gel hemû êrîşên deshilatiya mêran jî me jinan tekoşîna pêşnegiyê daye despêkirin û em dibêjin vaye em li vêderêne. Tekoşîna me enternasyonale. Divê jinên hemû cîhanê di navê de cihê xwe bigirin."

(zt)