'Em ê li hemberî zilmê ligel canê xwe têbikoşin'

09:31

JINHA

WAN - Jina bi navê Kudret Yorgun a ku di çalakiya ji bo 12 gerîlayên HPG'ê ya li Wanê hatin qetîlkirin şermezar bike tevlî çalakiyê bibû û polîsan lingê wê şikand got ku, dewlet li welatê wan zilmê dide meşandin û anî ziman ku dê ew li hemberî zilmê ligel canên xwe têbikoşin.

Li navçeya Artemêta Wanê di 10'ê çileyê de 12 gerîlayên HPG'ê di encama êrîşa tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Bi sedan welatiyên kurd jî ji bo komkujiyê şermezar bikin di 11'e çileyê de meşek li dar xistin. Polîsan bi ava şît û bombeyê gazê êrîşê meşê kir û di nav de kesên temenê wê/î jî heyî bi sedan welatî bi giranî birindar bûn. Jina bi navê Kudret Yorgun a temenê wê 46 bû jî di encama êrîşa polîsan de hate ji lingê xwe birindar bû û Kudret bi rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Kudreta ku ji lingê xwe birindar bû qala êrîşê kir û got ku di çavê dewletê de jin, zarok û pîr jî teror in û êrîşê welatiyan dike.

'Li welatê me mirov dimirin'

Kudret diyar kir ku lingê wê di encama êrîşê de şîkestiye û bi birindar bûn rastî êrîşa polîsan hatiye û wiha got: "Dema ku min bihist li Wanê 12 ciwan hatin qetîlkirin ez pê gelek êşiyam. Li welatê me mirov tên kuştin û tu kes tu tişt nake. Ez dayik im û zarokên min jî hene. Wijdana min qebûl nekir û min got ez ê nerazîbûnên xwe nişan bidim. Bila ciwan û mirov nemirin. Lê em rastî astgiya polîsan hatin."

'Em ligel baranê rûniştin'

Kudret anî ziman ku xwesteka rawestandina mirinana jî li vê welatê wek suc tê dîtin û wiha pê de çû: "Li kijan welat dewlet li ser gelê xwe zilmê dike û wan di mala wan de qetîl dike. Tenê li Tirkiyê ev awayî heye û mirov ji aliyê hêza dewletê ve tên kuştin. Em wek jin ango wek dayikek xwest êdî li welatê me mirî û kuştin çênebin em derketin qadan. Lê mixabin em rastî êrîş û astengiya polîsan hatin. Dewlet tahamûl nake ku em daxuyaniyek jî bidin. Em bi seatan ligel baranê rûnîştin û bertekên xwe nîşan da û pîşt re bi hovane êrîşê me kirin. Gelek welatî û parlementerên me di êrîşê de birindar bûn. Ez ketim erdê û min nikarî xwe li ser lingê xwe bigirim."

'Ez dibin lingê polîsan de mam'

Kudret bilev kir ku nexweşiya wê a behn çikandinê heye û dema polîsan bombeya gazê avêtin behna wê çikiyaye û dibin lingê polîsan de li erdê maye. Kudret got ku polîsan pêl wê kirine û derbas dibûn pîşt re welatiyek hate wê rakir û wê ji bin lingê polîsan azad kiriye û wiha got: "Dewlet li welatê me zilmê dide meşandin. Em ê li hemberî zilmê ligel canên xwe têbikoşin. Heya du dilop xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin."

'Em ji bo şermezar kirinê derketin qadan'

Kudret di dawîya axaftina xwe de got ku dê ew heya dawiya jiyana xwe ji bo şermezarkirina qetlîaman li qadan bin û hemû qetlîaman bi tund şermezar bikin.

(kom/ho/rc)