Serketina Sevgi ya hemû astengiyên jiyanê derbas kirî
09:32
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Jina bi nave Sevgî Acar (24) a ji zikmakî astengdar bi muçeyê xwe yê astengdar dîkana zuccacîye vekekiriye. Sevgî ya tiştên dest jî çêdike got; "Bes bila dil bixwaze her kar xwestek û vîna mîrovan. Serkeftina min bi xwestek a min bû."
Sevgî Acar li Êlihê jiyan dike û bi keda destê xwe aboriya mala xwe dabîn dike. Sevgî di derbarê xebatên xwe yên aboriyê de wiha axivî; "Serkeftina min bi xwestek bûn, loma min dibistan jî ne xwend, lê xwendin û nivîsandînê ji sipartekên hevalên xwe ez hîn bûm. Rûpelên ku hevalên min bi kar netanîn min bi hev ve di durutin û wek lenûska min dixabitand. Min astengiyên jiyanê yek bi yek derbaskirin. Bi baweriya xwe ez li hemberî astengiyên jiyanê serketim." Di roja ku em têde dijîn hertiş bi mekîneyan tên çêkirin, lê Sevgî tevî ku ji zikmakî astenge dare jî karê dirunê bi desta dike. Çekirina mahfuran jî bi derdorka ku li ba xirada daye çêkirin mahfura di xemilîne. Sevgî wiha domand; "Tîştek bê îmkan tuneye, hertiş bi îmkanê min ev gotin pûç derxist û ez bi serketim. Jina ku bi xweze ji bê îmkaniyan îmkana ava dike, bes bila bi bawerî û xwestek hebe."
'Min ji qaxizên vala lenûsk çêkirin'
Sevgî bilêv kir ku ji ber ew neçuye dibistanê hertim dilê wê de xemgînîyek hebû qet wê ew xemgînî jibîrnedikir û wiha berdewam kir: "Zarokên ku li taxê diçun dibistanê gava di hatin malê, mamostên wan çi spartek daban zarokan min jî ew spartek dinivîsî. Ji bo ez neçûm dibistanê tucarî tu kes ji min re pênûs û lenûsk nekirîn. Hertim bi lênûskên wêneyan ên zarokên taxê min dixist dûqat û bi ta û derzîyê bihev ve dikir di bû lenûska min, bi wî şêklî min dixabitand. Ez wilo hînî xwend û nivîsê bûn. Ez neçûm dibistanê lê ez hîn bûm lê belê dibistan ji bo min ciyêk cudaye."
'Gelek tiştan bi xwestaka xwe hînbûm'
Sevgî wiha dom kir: "Ez xwendin, nivîsandin, dirûtin, çêkirina mahfuran û gelek tiştên dinê bi keda destê xwe hinbûm. Car carna ji ber bawernamê ez diçum qursan. Lê çêkirina mahfuran bi keda destê xwe ez hînbûm. Derdorka ku min li ba xirada çekir li malê bi tayîkan min dest çekirina xamla kir. Bi va xemlan hindik jî be terî aboriya malê dikir. Hêdî hêdî min bi dest çekirina mahfure mezin kir. Piştra bi tayîkan çîçîk, çente, papîk, maftok çêkirin û fîrotin serketina min bawerî bû."
'Ez li keda xwe ya dihat mêtîngerkirin xwedî derketim'
Sevgî anî ziman ku wê bi muçeyê xwe yê sê mehan dikana zucaciye vekir û wiha pêde çu, "Ez bi salan di tekstîlê de jî xebitîm, lê keda min dihat mêtînger kirin. Keda min dida min berhemê wê nedigirt. Min nêrî keda min gelek tê mêtînger kirin, niha ez bi xwe çêdikim û bi xwe difiroşim. Min rîsk da ber çavê xwe û ev dikan vekir."
'Tiştek bê derfet nîne'
Sevgi bilêv kir ku tiştek bê derfet nîne, mirov bi her awayî dikare derfetan bi afirîne û wiha domand: "Bêderîfbûn nîne. Mirov dikare ji hemû bê derfetiyan derfetan avabike. Mirov her tiştî bi demê re hîndibe. Dema ku mirov bixwaze tiştekê qazanc bike divê mirov rîskan jî bide ber çavan, weke vekirina min a vê dikanê. Li pêşiya min hedefek hebû min xwest xwe bigihînim hedfa xwe. Min bi xwe karê xwe vekiriye û ez di nava hewildanan deme."
'Ger jin bixwazin dikarin bi her awayî derfetan bi afirînin'
Sevgi di dawiyê de wiha got, "Divê jin nefikirin jina malêye, dayîke, divê li malê binêre. Ger jin bixwaze her derfetan dikarin bi afirînin. Ger jin bixwaze dikar her tiştî bike."
(dt/zt)