"Generala Apê Musa" ya jin Fermandar Nûran

09:34

Hulya Okalîn /JINHA

SÊRT - Yek ji "Generala Apê Musa" ya jin ku bi salan li herema bakûrê Kurdistanê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikir Fermandar Nuran Yuksekbag li pay xwe mirateya xwe hişt. Nuranê ku di sala 1992'an de ji gundê xwe goç bû piştî 24 salan cenazeya wê diçe gundê ku jê dayîk dibe û li gund bi tîlîliyên jinan tê pêşwazîkirin.

Di sala 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo azadiya gelê kurd hate damezrandin û li çar parçeyên Kurdistanê têkoşina xwe belav kir. Piştî ku têkoşina PKK'ê li cihanê belav bû bi hezar ciwan ji bo têkoşina azadiya gelê kurd berên xwe dan ser çiyayên Kurdistanê û li hemberî pergalê li ber xwe dan. Li aliyek din jinên kurd bi damezrandina PKK'ê re ji bo şikandina hişmendiya feodal û pergala li ser jinê ketîn nav liv û tevgerê û li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didan. Gelek rojnamegerên jin ên wek Gurbet Ellîersoz û Şîlan Aras ji bo têkoşina azadiya jinê û rastiya jinê ragihinin gel berê xwe dan ser çiyan. Jina rojnameger Nuran Yuksekbag jî bû şopdara Gurbet û Şîlanan û ji bo "Generala Apê Musa" kete nav berxwedanê.

Di 1992'an de ji gundê xwe goç dibe

Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) di 1'ê Îlona 1979'an de li gundê Comaniyê ya navçeya Hewêla Sêrtê ji dayîk dibe û li wir mezin dibe. Nuran di nav 4 birayan de xuşka herî biçûk e û ronahiya dê û bavê xwe ye. Nuran dibistana seretayî li gund dixwîne û ji ber hişmendiya feodal dibistana amedayî berdewam nake. Dewleta tirk disa 1992'an de bi zorê welatiyên gundê Comaniyê ji bo bibin cerdevan zorê li ser wan dide meşandin. Malbata Nuran ji ber nabin cerdevan di sala 1992'an de ji ber zilm û zordariya dewelatê ji gundê xwe goç dibin û derbasî navçeya Misirceya Sêrtê dibin. Nuranê ku di temenê xwe ya biçûk de govaniya gelek zilm û zordariya dewleta tirk dike. Piştî Nuran bi malbat û xizmên xwe re ji gund goç dibin çarekdin qet naçe gund.

'Di temenê xwe ya biçûk de li hemberî hişmendiya feodal têdikoşe'

Nuran ku di temenê xwe ya biçûk de li hemberî hişmendiya feodal têdikoşe û ji bo azadiyê dikeve nav liv û tevgerê. Nuranê ku bi çirokên têkoşina jinên kurd mezin dibe wan ji xwe re mînak digire û têkoşina wan ji bo xwe mirate dibîne. Nuran ji bo azadiyê gavek diavêje û di sala 2001'an de dest bi karê çapemeniyê azad dike. Nuran bi salan li hemû kolanên Sêrt û Êlihê rojnameya Azadiya Welet û Ozgur Gundemê mal bi mal digerine û gel teşvîkî xwendinê dike. Di heman demê de ji bo bibe dengê gel nuçeyan jî dinivisand.

Bi dilgermiya xwe dibe gula nava Êlihê

Nuran di karê xwe ya çapemeeniyê de gelek bi ser ket û ji bilî karê çapemeniyê ji bo azadiya jinê xebat dida meşandin. Ji ber vê yekê ji her tim rastî zor û zextan dihat. Nuranê ku heya dawiya jiyana xwe li hemberî hişmendiya baviksalariyê têdikoşiya hemû daxwaza wê ew bû jin hişyar bike û dibin hişmendiya feodal derxe. Nuran piştî ku bi salan li bajarê Êlihê bi şev û roj rojnameyan digerand di demek kin de bi dilgermiya xwe dibe gula nava Êlihê û hemû welatiyan bi rûkenî û dilgermiya xwe bi xwe ve girê dide. Nuranê ku di nav civakê de her tim bi dilgermî û zarşîrintiya xwe di mejiyê mirovande maye.

Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike

Nuran di sala 2003'an de ji bo têkoşina azadiya jinê xurtir bike berê xwe dide nav rêfên YJA Starê û bi salan li ser çiyayên Kurdistanê li hemberî hişmendiya feodal û dewletê di nav şert û merçên jiyanê de têdikoşe. Di 2014'an de piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Rojavaya Kurdistanê dikin û hemû bajarên Rojava dagirdike Nuran berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û li hemberî çeteyên hov şer dike.

Di 12' çileya 2016'an de li Qoserê tê qetilkirin

Di 2015'an de li bakûrê Kurdistanê hikumeta AKP'ê konsepta şer da destpê kirin û bi top û tangan êrîşê gelê li Cizîr, Nîsêbîn, Sur, Gever û gelek cihan kir û herem xista nav dorpêçê de. Di nav jin û zarok jî heyî bi sedan kes jiyana xwe ji dest da. Nuran di 12'ê çileya 2016'an de dema ku bi hevalê xwe Mazlûm re li navçeya Qosêra Mêrdînê derbas dibin rastî êrîşa tîmên taybet tên û tên qetilkirin.

Piştî 24 salan cenazeya wê diçe gund

Piştî ku malbata Nuran cenazeya keça xwe werdigirin piştî 24 sal cenazeya keça xwe dibin gundê ku jê dayîk dibe û li gund bi tîlîliyên jinan tê pêşwazîkirin.

(ho/rc)