Yasemin Onay a CHP yî: Li herêmên qedexe jinan hedef digirin

09:48

Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Bi boneya dorpêça ser Surê û di cihê wan de dîtinê heyeta CHP'ê ya ji 100 kesan hatin Amedê. Yasemin Onay a di nava heman heyetê de diyar kir ku li herêmên qedexe tayîbetî jinan hedef digirin û got: "Emê weke dayîk û mirov bibin nefes ji bo hemû deverên aştî lê neyî."

Ji bo di cihê wê de dîtin û lêkolînkirina binpêkirinên mafê mirovan ên li herêma Bakurê Kurdistanê tê jiyankirin ji gelek navendên Tirkiyê heyetek CHP'ê ji 100 kesan hatin Amedê û hevdîtin kirin. Heyet dê çavdêriyên xwe bi raporekê bi raya giştî re par bike. Endama Meclisa Partiya CHP'ê Yasemin Onay diyar kir ku divê Serokomar demek ji ya dinê zuti dawî li zilm û tindiyê bîne. Yasemîn bilêv kir ku ew ji bo piştevaniya gelê Amedê hatine û wiha domand: "Em hatin ji bo ku bêjin em we têdigihin û li gel we ne. Em hatin binêrin zarokên me di kîjan rewşê denin. Her dem hiş û dilê me li vêderê ye."

'Jin û zarok hedef tên girtin'

Yasemîn destnîşan kir ku li herêmên qedexe jin û zarok hedef tên girtin û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de jin û zarok di rewşek gelek zor de nin. Di qedexeyên derketina kolanan de tayîbetî ser jin û zarokan travmayek daye çêkirin. Niha pir nayê zanîn lê di demê pêş de dê bandora xwe bide nîşandan. Li vêderê jin hedef tên girtin. Her kes dizane jin nebe aştî nabe. Ji ber ku despêkê aştî di malan de jin dide zanîn. Ji bo vê ye jin û zarok hedef tên girtin. Ev gelê herêmê jî dibêje. Divê demek zu dawî li vê polîtîkayê bê."

Yasemîn wiha dom kir: "Dema ku vegerin Stenbolê ezê ser jin û zarokan xebatê bikim. Divê em ji bo zarokên pêşeroja welatê xwe ji travmayê rizgarbikin divê em hemû alîkarbin. Divê perwerdeyên tayîbet bên dayîna zarokan. Her roj welatiyên ji malên xwe derdikevin bi talokeya mirinê re ru bi ru ne. Ez weke dayîk û mirovek sozê didim li her deverên aştî neyî bibim nefesek."

(zt)