Li Cizîrê 25 birîndar û 3 cenaze hîna di bombebaranê de ne

11:07

JINHA

ŞIRNEX - Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 25 kesên ji ber topbarana tankên dewleta Tirk birîndar bûn, tevî 3 cenazeyan li mala lê asê mane ev 3 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne. Bomberdûmana dewletê ya li dijî vê avahiyê dewam dike.

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 25 kesên ji ber topbarana tankên dewleta Tirk birîndar bûn, tevî 3 cenazeyan li mala lê asê mane ev 3 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne. Bomberdûmana dewletê ya li dijî vê avahiyê dewam dike.

Ji birîndaran Cîhan Karaman ê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rakirina nexweşxaneyê biryara tedbîrê der heqê wî de dabû û du ciwanên navên wan nehat hînbûn, jiyana xwe ji dest dabûn. Rewşa birîndarên li avahiyê asê mane, kêlî bi kêlî nebaş dibe. Tevî ku agahî ji rayedarên hikûmetê û emniyetê re hatiye dayîn jî, rakirina nexweşxaneyê li aliyekî, hêzên dewletê hîn bêhtir bombeyan li avahiyê dibarînin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemîna avahiya ku birîndar lê ne, da xuyakirin, ku ti malzemeyeke tibî ji bo pêçandina birînan nemane û ji ber ku pembo nabînin, wan pemboyên nava behlîfan derxistine, bi vî rengî hewl didin xwîna ji birînê tê bisekinînin. Mehmet anî ziman ku kesekî ji bo birîndaran xwest duh êvarê ji cihekî avê peyda bike, lê belê ji ber gulereşandina polîsên tevgera taybet ji destê xwe birîndar bû û got, "Rewşa birîndarên me her nebaş dibe. Yên ji lingê xwe birîndar bûne, hindik maye kangren bibin. Mirovahî dimire. Êdî bêhn ji birînên birîndarên me tê. Li jêrzemînê bêhn êdî ji miriyên me tê. Mirinek ji niha û pê ve rû bide, wê ev yek înfaz be."

Mahmût Dûymak ê li cem birîndaran e, tevî dengê bombeyan bi rêya telefonê ev bang li raya giştî kir: "Haya we ji komkujiya li Cizîrê heye? Berî 8 rojan ez û Ahmet Tûnç ji bo peydakirina erzaqê em hatin taxa Cûdî. Li taxa Cûdî hevalê min Ahmet Tûnç hat qetilkirin. Li dora mala serxweşiyê min dît ku mirov hene, min xwe li wir girt. Dema min dît birîndarên wan hene, ez li cem wan mam. Ev 28 roj in ez li vir im. Rewşa me rewşeke welê ye ku mirovahî divê ji xwe fedî bike. Ez bang li mirovan dikim, pirsa 'birîndarên rewşa wan giran e heye?' dikin. Hûn çawa dikarin li giraniya birînê bipirsin? Li vê derê zarokên 13-15 salî jiyana xwe ji dest dan. Birîndar hene. Xwarin, av ji xwe nîne. Ka mirovahî? Wê hesab bidin kê, gelo wê sibe hesab bidin cesedên me? Hûn dengê bomberdûmanê nabihîzin? Em bang li mirovahiyê dikin. Bila mirovahî ji xwe fedî bike. Kî ji xwe re dibêje ez mirov im divê berê xwe bide Cizîrê. Em li bendê ne ku her kes mudaxleyî vê derê bikin."

(rc)