5. Konferansa TEV-ÇAND Rojava destpêkir
11:26
JINHA
QAMIŞLO - Îro 5. Konferansa Asayî ya TEV-ÇAND Rojava li bajarê Qamişlo bi durûşmeya "Bi resentiya civakên Kurdistanê em çanda netewa demokratîk ava bikin' destpêkir.
TEV-ÇAND Rojava 5. Konferansa xwe ya asayî li bajêrê Qamişlo li Navenda Çand û hunera Mihemed Şêxo bi beşdariyeke berfireh destpêkir. Konferansa ku bi dirûşmeya "Bi Resentiya Civakên Kurdistanê Em Çanda Netewa Demokratîk Ava Bikin' despêkir de 270 delege beşdarbûn. Konferansa TEV-ÇAND Rojava îsal bi derengmayîn be jî hate lidarxistin. Ji tevahiya sazî û rêxistinên Rojava nûner beşdarî konferansê bûne. Ji kesên vexwendî Hevserokên Rêveberiya Xweser, Hevserokatiya TEV-DEM, rêveberî û endamên Yekîtiya Star, herwiha ji tevahiya rêxistin û saziyên pêkhateyên Rojava jî di konferansê de cihê xwe girtine. Rewşenbîr, wêjevan, hunermend, helbestvan û kesayetên navdar jî vexwaniyên konferansê ne. Rûniştina Konferansê bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa azadiyê dest pêkir. Axaftina vekirinê ji hêla Endamê komîteya amadekar a konfransê û Endamê Tevgera TEV-Çand Rojava Dêrsim Rênas ve hat kirin û Konferans dê bi nirxandina salek xebatên TEV-ÇAND Rojava dewam dike.
(gb/rc)