Navê endama YPS-JIN diyar bû

11:30

JINHA

MÊRDÎN – YPS-JIN a Nisêbînê ragihand ku hevala wan a di teqîna li hember maşîneyên zirxî de jiyana xwe ji dest dayî Zelal Dalgali ya bi qodnav Dorşîn Amed e.

YPS-JIN a Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevala wan a di teqîna li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya li hember maşîneyên zirxî pêk hatî de duh jiyana xwe ji dest dayî Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) ye. Zelal di sala 1992’an di li navçeya Hezroya Amedê hatiye dinê.

Cenazeyê Zelal ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê rakirin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

(bg/eb/rc)