'Em axa xwe naterikînin bila dewlet polîs û leşkerên xwe bikêşin'

12:18

JINHA

AMED - Li Taxa Îskenderpaşaya Surê ku qedexeya derketina kolanan li ser nîne jî top bi mala Melek Alpaydin ket û ji ber parçeyên topê jiyana xwe jidest da. Hîna topbarana ser taxê berdewam dike, jinên taxê gotin: "Dixwaze me zorî koçberiyê bikin, lê emê axa xwe netirikînin bila ew biçin."

Li hember êrîşên hêzên dewletê ser Sura Amedê 55 rojin berdewam dike, berxwedana gel bê navber didome. Navçeya Surê dibin êrîşên bi çekên giran dene, taxên ne dibin dorpêçê de jî tên topbarankirin. Welatiyên taxên Îskenderpaşa û Lalebeyê ji bo rewşa Surê di çalakiya nobetê denin. Ser her du taxan jî êrîş giran bûne. Di 3 yê çile de li Taxa Îskenderpaşa top bi malekê ket û Melek Alpaydin ser sifira xwarinê qetilkirin. Duh jî ser kolanan ku Melek lê hatî qetilkirin topbaran berdewam dikir, topek bi hindirê malekê ket li gorî şans malbat qurterbûn. Jinên li taxa her dem rastî topbaranê tê, ji hêzên dewletê bibertekin.

'Emê mal û taxa xwe neterikînin'

Hatice Yilmaz diyar kir ku her dem taxa wan tê topbarankirin, ji ber parçeyçên topan ew nikarin serê xwe derxînin derve û wiha domand: "Berî çend rojan top bi malekê ket û jinek di malê de jiyana xwe jidest da. Çî ji me dixwazin, di malê de jî me rihet nahêle. Em li vêderêne, em tax û mala xwe naterikînin, emê ticarî li hember hêzên dewletê serî netewînin. Her roj taxa me topbaran dikin, malên me hedef digirin, her der parçeyên topanin, lê tiştek nikare çavê me bitirsîne. Ji ber ku 55 rojin nikarin têkevin Surê hêrsa xwe li derdorê dirêjin. Hewildidin me biqedînin, lê em naqedin, bila vê têxe hişê xwe."

'Emê ticarî serî li hember zilma dewletê ne çemînin'

Fatma Keskin jî bilêv kir ku her roj taxa wan tê topbarankirin û wiha berdewam kir: "Emê ticarî Surê neterikînin. Her dem vêderê top baran dikin. Niha ewlehiya canê me nîne. Bila demek ji yadinê zutir dewlet polîs û leşkerên xwe ji vêderê bikêşe. Em êdî dibêjin bese, ticarî emê li hember zilma dewletê serî netewînin."

'Bila hêzên dewletê Surê biterikînin'

Aynur Huseyinoglu jî anî ziman ku zarokên wê ji dengê çekan bandor dibe û wiha dom kir: "Em her roj ji ber dengê çekên giran nikarin rakevin. Êdî di mal û taxên me de hizur nemaye. Bi salane dewlet li me zilmê dike. Ewlehiya canê zarokên min nîne. Me aştî xwest wan di şer de îsrar kir."

(zt)