Lêpirsîn li tilîliyên girtiyên jin hat vekirin

12:40

JINHA

ÊLÎH – Girtiyên PJAK’ê yên li Girtîngeha Tîpa M a Êlîhê dimînin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê bi tilîliyan şermezar kirin. Îdara girtîngehê di derbarç çalakiya wan a tilîliyan de lêpirsîn da dest pê kirin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan roj bi roj giran dibe û bi heman polîtîkayan hêzên dewletê êrîşî ser herêmên Kurdistanê yên rêveberiya cewherî dikin. Li hemberê tecrîd û êrîşan dengê girtiyên PKK û PJAKê jî bilind dibe. Li Girtîngeha Tîpa M a Êlîhê girtiyên PJAK’ê ji bo şermezarkirina tecrîdê û êrîşên li ser Kurdistanê bi tilîliyan çalakiya deng lidarxistinê pêk tînin. Îdara girtîngehê ji bo çalakiya jinan ya tilîliyan lêpirsîn da dest pê kirin.

(ozp/zt)