Li Dêrikê kampanya îmzeyan ji bo Zeynep Celaliyan didome

14:45

JINHA

DÊRIK - Îro li bajarê Dêrikê kampanya komkirina îmzeyan ji bo siyasetmedara Kurd a girtî Zeynep Celaliyan berdewam kir. Endamên Yekîtiya Star xebatê berhevkirina îmzeyan didomînin nava bajêr de.

Zeynep Celaliyan ji sala 2008'an ve di girtîgeha Îranê de girtî ye û herî dawî ew ji girtîgeha Kirmanşahê derbasî girtîgeha bajarê Xoyê hatibû kirin. Zeynep Celaliyan di hevdîtineke xwe bi malbatê re dabû diyar kirin ku ew ji mafên tendurûstiyê bêpar e û îhtîmala ku çavê xwe yê din jî wenda bike heye. Li ser vê bingehê Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistanê kampanya berhevkirina îmzeyan daye destpêkirin û daxwaziya azadkirina Zeynep Celaliyan dike.

Yekîtiya Star li Dêrikê bi mebesta dawî kirina rewşa heyî ya girtiya siyasî Zeynep Celaliyan dosyayên îmzeyan li ser komîn û saziyan jî belav kir û ji tevahiya hemwelatiyan xwest li beramberî îşkenceya Rejîma Îranê ya li ser Zeynep Celaliyan bêdeng nemînin. Îro li Dêrikê jin daketin qadan ji rûniştvanên Dêrikê îmze komkirin û diyar kirin dê çalekiyên xwe bidomînin.

Endama meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Star a Dêrikê Heyfa Ebdî di derbarê kampanyayê de axivî û got: "Hevala Zeynep Celaliyan ji sala 2008'an heya niha di girtîgehê de ye. Rastî êşkenceyên pir giran hatiye. Tewanê wê tenê xebatên siyasî bû ku mafê jinên Kurd û Kurdan diparast. Çaveke xwe di encama îşkenceyan de wenda kir û îhtîmal heye yê din jî kor bibe."

Heyfa Ebdî di dewama gotinên xwe de wiha got: "Bêdengiya raya giştî a cîhanê, rêxistinên jinan û kesên mafê mirovan diparêzin şermeke mezin e. Em bi ti awayî jina Kurd bi tenê nahêlin. Em bi ser navê jinên Rojava li gel Zeynep in. Ji bo azadbûna wê jî dê hewldan û têkoşîna me bidome."

Heyfa di dawiya axaftina xwe de bangewaziya tevahiya jinan û Rojavayiyan kir ku bi şêweyeke çalek beşdarî kampanya îmzeyan bibin û li dijî îşkenceya Îranê bertek diyar bikin.

(db/rc)