Girtî dikevin gireva birçîbûnê

15:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgepên Tirkiye û Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dorpêça dewletê ya ser Kurdistanê di 26-28'ê çileyê de dikevin greva birçibûnê.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê Kajîn Perî û Denîz Kaya daxuyanî da û ragihandin ku ew ê ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dorpêça ser Kurdistanê bikevin greva birçîbûnê ya 3 rojan û wiha gotin: "Îxtidara AKP'ê bi qatlîamên li hemberî gelê me û tecrîda li ser serokatiya me her diçe girantir dike û sînorê tehamulê ya gelê me dide zorê. Du hevalên me yên li cem serokatiya me bêsedem û bêagahî ji Îmraliyê girtin û anîna Girtîgeha Sîlîvriyê bi hefteyan e bi malbat û parêzeran re nahêlin hevdîtinê pêk bînin ev yek li dijî gelê me û tevgera me tehdîdekî xetereye. Divê tu hêz me bi serokatiya me re neceribîne. Dewleta TC û hikûmetên wî, xetereyên li dijî serokatiya me di nava gel û tevgera me de hêrsa ku derdixe holê baş dizanin. Serokatiya me îradeya me ya azadiyê û rûmeta me ye. Sedema mirin, jiyan, aştî û şerê me ye."

Di zindanên 12'ê Îlonê de yên ku bedena xwe ji bo mirinê razandin, bedena xwe kirin goga agir, ên ku guleya berxwedanê teqandin, ên ku bi gotina 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin' govenda bi agir gerandin navê Serokatiyê qêriyan. Ev tehdîdên li dijî rêber û gelê me, ev pêkanînên faşîst tu caran qebûl nakin. Em hişyar dikin. Heke îxtidara AKP'ê naxwaze bikeve nava avzêlê û naxwaze Tirkiye bibe gogo agir bila distên xwe li ser rêberê me vekişîne. EM bang li gelên Tirkiyeyê yên bindest, kedkar dikin ku li dijî pêkanîna bibin xwedî helwest. Em bang dikin ku bila bi Rêber Ocalan re muzakere bê destpêkirin, tecrîd bê dawîkirin."

Gireva birçîbûnê ya 3 rojan

di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wekî girtiyên PKK û PJAK'ê ew ê di navbera 26-28'ê çileyê de 3 rojan ji bo hişyariyê gireva birçîbûnê pêk bînin.

(zt)