Dayîka ji bo zarokê birîndar bang kir got: Ev çî zilme
15:44
JINHA
ŞIRNEX - Dayîka Muharrem Erbek ê di nava 25 birîndarên 3 rojin li Taxa Cudiya Cizîrê benda rakirina nexweşxanê ne Ayşe Erbek banga demek ji ya dinê zutir birîndar gihandina nexweşxanê kir û got: "Ev çî zilme."
Li Taxa Cudiya Cizîra 43 rojin êrîşên qirkirina nijadî lê berdewam dike 3 rojin 25 birîndar di malekê de li benda rakirina nexweşxanê ne. Dayîka zarokek ji wan ê birîndar Muharrem Erbek Ayşe Erbek ji bo birîndar zu bigihin nexweşxanê banga hestiyariyê kir.
Ayşe destnîşan kir ku zilma li birîndaran dike nakeve ti wijdanan û wiha domand: "Kurê min jî di nava wan birîndaran dene. Em kurê xwe dixwazim. çar rojin kurê min li wê dibin zilmê dene. Ketine binê bodroma malekê, çî mafê wan li me heye. Ev çî wijdane. Ev çî dewlete zilmek wiha ji bo me rewa dibîne. Ev çî zilme, bese êdî, kurê min hîna zaroke. Hîna kurê min neketiye 18 saliyê. Ez bang li Ewrupayê dikim. Divê ew birîndar ji wê bên derxistin. Bila tiştekê bikin. Divê êdî gelê kurd jî li hemberî vê rabe ser lingan. Herî kêm divê em wan birîndaran rakin nexweşxanê."
(zt)