Birîndarên Cizîrê: Bîna bi ser me de dikeve em nefes nagirin
16:34
JINHA
MÊRDÎN - Bînaya 25 birîndar 3 rojin têde tên topbarankirin êdî bi ser birîndaran de dikeve xwarê. Peyama dawiyê birîndaran şandî: "Bîna bi ser me de tê xwarê, em nefes nagirin."
Li Taxa Cudiya Cizîrê 3 rojin bînaya 25 birîndar têdenin tê topbarankirin, di nava birîndaran de 3 cenaze jî hene, êrîş ser wan gelek giran bûye. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz peyama birîndarên di bînayê de ser hesabê xwe yê twitterê par kir. Peyama dawiyê ji birîndaran hatî wihaye; "Niha avahî bi ser me de tê xwarê em nefes nagirin. Deriyê bînayê hat xwarê û mal bi erdê re bûye yek. Her deqeya diçe mirov jiyana xwe jidest didin. Avahî êdî ser me dikeve, em nefes nagirin. Ger heyet amadeye bila bê êdî em çî bêjin."
Di saetên serê sibê de Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç diyar kir ku wan xwe gihandiye birîndaran, ti derman di destê wan de nîne, bi pembûyê ji balgiyan derdixin xwîna ji birînên wan diçe didin sekinandin ji derveyî wê ti derfetên wan nîne.
(zt)