Kobanî salvegera rizgarkirinê bi coşek mezin pîroz dikin

16:37

JINHA

KOBANÊ - Bi sedan welatiyên Kobanê bi armanca pîrozkirina salvegera rizgarkirina Kobanê herikîn qada Newrozê ya Gira Miştenûrê. Welatiyên ku berxwedana bakûrê Kurdistanê silav kirin bi coşek mezin şahiyê xwe didomînin.

Gelê Kobanê îro yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê pîroz kir. Bi sedan welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, herikîn Qada Newrozê ya li ser Girê Miştenur. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên YPG/YPJ’ê hate xemilandin. Her wiha pankartek wekî, “Yekemîn salvegera rizgarkirina Kantona Kobanê li Rêber Apo, li gelê Kurd û hemû mirovahî pîroz dikin” hate daliqandin. Li qadê alên YPG û YPJ'ê, TEV-DEM, Yekîtiy Star, Hêzê Parastina Cewherî (HPC), PYD û PDK-S hatin vekirin. Di şahiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” û diruşmeyên ku berxwedan Bakûrê Kurdistanê silav dikin hatin berzkirin. Di şahiya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, Rêveberiya Girê Sipî, rêveber û endamên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM, Yekîtiya Star û bi hezaran kes tevlî bûn de. Piştî merasîma leşkerî, yek ji fermandarên YPG û YPJ`ê Rehîme Kobanê axivî.

Rehîme Kobanê serkeftina rojê li şehîdan, gelê Kurdistanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got, "Ev roj roja rûmet û şerefê ye, ji bo wê gelê Kobanê îro xwedî Kobaneke azad û serbixweye. Em wekî YPG û YPJ`ê ji bo azadkirina tevahî Kurdistnê amade ne. Pêwsît e em şehîdên xwe jibîr nekin û biranîna wan her demê di dilê xwe de zindî bikin. Em ji şehîdên xwe re bêjin ‘Kobanê îro azad e bila dilê we rihet bibe. Şerê ku li Kobanê hate meşandin hemû nirxên mirovahiyê parastin. Ji ber ku çeteyên hov, hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin."

‘Bila hemû keç û xort tevlî YPG/YPJ’ê bibin’

Rehîme Kobanê, destnîşan kir ku ji bo tolhildana şehîdên xwe ew her roj bi pêş ve diçin û wiha dirêjî da gotina xwe, “Em têkoşîna xwe berdewam dikin. Pêwîst e keç û xortên Kurdsitanê tevlî YPJ û YPG’ê bibin û parastina xwe xurt bikin." Rehîme anî ziman ku ew ê her dem piştgirî bidin berxwedana bakûrê Kurdistanê û wiha pêde çû, "Çawa ku ew li Kobanê xwedî derketin, divê em jî xwedî li wan derkevin. Em bi vê rojê pir ser bilind in. Careke din vê rojê li we hemûyan pîroz dikim.”

Piştî axaftina fermandara YPJ’ê Rehîme Kobanê Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Em salvegera Kobanê li hemû keç û xortên têkoşer pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditwînin. Ji ber vê têkoşîna şehîdan em gihîştin rizgarkirina Kobanê. Pêwîst e em erka xwe ya parastina nirxêm mirovahiyê û avakirina Sûriyeyek demoqratîk pêk bînin.”

Piştî axaftinan koma Botan a muzîkê derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Perwîn a Govendê jî lîstikên xwe pêşkêş kirin û şahî bi coşek mezin didome.

(rc)