5. Konferansa TEV-ÇAND Rojava didome
16:56
JINHA
QAMIŞLO - 5. Konferansa TEV-Çand Rojava li Navenda Çand û hunera Mehmed Şêxo didome.
Îro 5. Konferansa TEV-ÇAND Rojava li bajarê Qamişlo Navenda Mehmed Şêxo destpêkir û heya vê seatê rûniştina Konferansê didome. Konferans bi durûşmeya 'Bi resentiya civakên kurdistanê em çanda netewa demokratîk ava bikin' dest pêkir. Salona Konferansê bi wêneyên şehîdên Çand û Hunerê Viyan Peyman, Yekta Herekol, Serhed, Mizgîn û Hunermendên Kurd Eyşe Şan, Mehmed Şêxo û hwd. hate xemilandin.
Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtin destpêkir. Endamê komîteya amadekar a konfransê û Endamê Tevgera TEV-ÇAND'a Rojava Dersim Rênas axaftina vekirinê kir. Dersim bal kişand ser rola şehîdan di pêşxistina huner û çanda şoreşê û da diyarkirin ev xebat mîrasê wan hatiye dewrgirtin dê were pêşxistin û domandin.
Di beşa din a konferansê de mesajên pîrozbahiyê yên TEV-ÇAND'ê KCK'ê, TEV-DEM, Akademiya Çand û Huner, Saziya Zanist û Ramanê Azad, Komîteya Wêje, YPG-YPJ'ê û hejmareke pir mesajên ji rêxistinên Rojava hatin xwendin. Ednan Îbrahîm li ser navê endamê Desteya Çand û Hunerê axivî. Piştî ku tehlîlên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên di derbarê Çand û Hunerê ji hêla endama TEV-Çanda Rojava Hêlîn Ehmed ve hate xwendin, rûniştina konferansê bi awayeke girtî dewam kir.
Endama Rêveberiya Desteya Çand û hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid di derbarê 5. Konferansa TEV-Çand Rojava de ji ajansa me re axivî û got: "Ev konferans li ser destketiyên konferansên derbasbûyî didome. Herwiha ew biryarên ku hatibûn stendin, asta pratîkbûna wan dê di vê konferansê de were nirxandin." Bêrîvan Xalid di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku di sala 2015’an de kar û barên çand û huner pir pêşde çûye. Bêrîvan destnîşan kir ku jinûve avakirina civakê bi xebatên çand û hunerê pêkan e û da zanîn ku ew di salên derbasbûyî de xebatên avakirin û sîstematîkirina beşên çandên wek vekirina akademiyên çandî, sînema, gurbên denbej û beşên cuda ji bo perwerdeyê meşand. Ev pêvajo bi serketî bi encam bû."
Bêrîvan Xalid ji bo dema pêş jî wiha got: "Em bi hêvî ne di sala 2016’an de bikaribin ji her alî ve çanda xwe pêşbixin." Bêrîvan bal kişand ser qirkirina gelê Kurd li Bakur û wiha domkir, "Ev êrîşên hovane çanda Kurd hedef digire, lê em ê bi çanda xwe berxwe bidin."
Endama Rêveberiya TEV-Çand Rojava Ruha Hisên jî konferansa 5. nirxand û got: "Ev konferans di demeke dîrokî de ku Rojava bi êrîşên siyasî-leşkerî hedef hatiye girtin tê lidarxistin û ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava xwedî girîngiyeke mezin e." Ruha Hisên jin wek çavkaniya yekem a çanda mirovahiyê bi nav kir û da zanîn di nav kar û xebatên çand û hunerê de jî rola jin berçav e. Ruha wiha dirêjî da gotina xwe, "Îro em dixwazin çanda dayîka-xwedawend zindî bikin ji bo vê jî rêya sereke pêşxistina xebatên çand û hunerê bi vê ferasetê ye ku divê jin erka xwe bileyîze."
Ruha wiha got, "Konferans dê careke din bibe bingehê pêşxistin û belavkirina çanda gelan. Gelê me ji çand û zimani xwe mehrûm hate kirin. lê ticar di hiş û hestên xwe de çand û hunera xwe ji bîr nekir. Niha derfetê derxistina vê ya derve çêbûye. Lewma xebatên çand û huner bi heyecan û moraleke mezin û elaqe tê kirin."
Endama Akademiya Çandê ya Ş.Yekta Herekol Şilan Siwes jî kêfxweşiya xwe ji bo lidarketina konferansê diyar kir û da zanîn bi salan ji ber desthilatiya Rejîma Baas wan nekarî bi ziman û çanda xwe bijîn. Heya ku em xwe birêxistin bikin me pir zehmetî dikêşa. Lê niha rêya me vekiriye û bi vekirina Akdemiyên Çandê kêfxweş in."
(zk/rs/rc)