Ji bo Çîlem û Nevîn kartên pîştevaniyê hatin şandin
17:33
JINHA
MÊRSÎN - Endamên Platforma Jinên Mêrsînê ji bo Çîlem Dogan û Nevîn Yildirim kartên pîştevaniyê şandin.
Endamên Platforma Jinên Mêrsînê kartên piştevaniyê ji bo Nevîn Yildirim û Çilem Dogan ên bi gotina "Parastina li hember mêran rewaye" parastina xwe kirine û ji ber wê di girtigihê de tên girtin re şandin. Newal Guzel Endama Platforma Jinên Mêrsînê li ber postê di daxwiyaniyê de wiha axivî; "Ji Nevîn û Çîlem re parastin haqe. Her roj kemî 5 jin tên katilkirin loma parastina jinê haqe. Em ê bêdeng nemînin û em ê li berxwebidin. Li Kurdistanê di şerde dîsa jin tên katilkrin û jin hedef tên girtin em ê jî bedeng nemînin."
Di çalakiyê de jinan diruşmên weke "Ne dada mera, dada rastî" û "Ji bo Nevîn û Çîlem parastina cewherî mafe" hatin berzkirin.
Pîştî daxwiyaniyê jinan kartê ku ji bo Çilem Dogan û Nevîn Yildirim amade kirin şandin girtîgiha ku lê dimînîn.
(dt/zt)