Li Nisêbînê jiyana rastî li piş barîkatane
09:31
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê xebatên barîkatan berdewam dike. Li Taxa Elîka jî mexdurên salên notanin di nava berxwedanê de barîkatan çêdikin. Neviya yekem jina li Nisêbînê di dezgahên îskenceyê re derbasbûyî dayîka Vesile Avaşîn a tevlî nava refên YPS-JIN bûyî got: "Jiyana rastî li piş barîkatan veşartiye."
Li Nisêbîna Mêrdînê ya bûyî rawestgeha Meşa Botanê li nava taxan berxwedana jinan a destanî berdewam dike. Di nava pênc taxên berxwedanê de taxên Yenişehir û Elîka jî hene. Li ser dîwarên taxê nivîsên "Rojbaş Kurdistan" balê dikişînin. Di nava taxê de YPS û YPS-JIN bi henekên "rojbarîkat" dikin û jimarên telsizên xwe jî bi henekên weke "Sifir pênc hezar barikat, du hezar xendek" didin hev. Piraniya welatiyên taxa Elîka yên di salên notan de bi zorê ji gundan hatîn koçberkirinin.
Navê Cudî Teber di dilên biçukan de cîh girtiye
Di sala 1988'an de taxa bi çend malan hatî avakirin di koçberiyên bi darê zorê yên salên notan de tax mezinbûye. Yek ji berxwedêrên taxê jî Vesile Kaya ya ku di komkujiya "Pira Şehîdan" ya sala 1992'an de navek sembolbûye di raya giştî de. Vesile çawan em dîtin hema em vexwendin mala xwe. Me jî ji qoçxana xwarinê ya dayîka Vesîle para xwe girt û li ser sofra berxwedanê cihê xwe girt. Di mala dayîka Vesîle de zaroken nû hat dinê. Zaroka bûka dayîka Vesîle yê ku di dema barîkat û xendekan de hatî dinê navê Cudî Teber lê kirin. Neviya dayîka Vesîle Sozdar Avesta ya 3 salî jî dergoşa birayê xwe dihejîne. Di nava tinge ringa hejandina landikê de sohbeta me berdewam dike.
'Wan bawerkir ez mirime ez avêtim çopê'
Dayîka Vesîle ya di sala 1991'an de bi hinceta "Alîkariya PKK'ê kiriye" ser mala wê de girtin. Dayîka Vesîle diyar kir ku qontra ser mala wan de girtin û li ber çavê wê qirika tiyê wê Teyfik Kayran girtin û wiha qetilkirin. Em hînbûn ku Teyfik Kayran hevserê Emîne Kayran a ku di qedexeya derketina kolanan de birîndarbûyî ye. Emîne jî hîna li nexweşxanê di bazara can dene. Vesîla axaftinê berdewam dike. Vesîle destînaş kir ku dema ser mala wan de digirin hevserê wê Ahmet kaya digirin, wê jî pêre digirin binçavan û wiha berdewam kir: "Ez yekem jina li Nisêbînê hatîm îskencekirinim. Ez 16 rojan di askiyê de bi darvekirî mam. Hewildan min bikin îtirafçî, lê ez ne axivîm. Zarokek 12 salî jî wê demê li gel min di îskencê debû, dema ku em tenê diman, ji bo min digot: 'Dayê qet nepeyîve, bila dilê dayîkan neşewite.' Zarokê biçuk wiha cesaret dida min. Çî li wî zarokî hat nizanim, teqez ew qetilkirine. Min li hember îskenceyê li ber xwe da, lê bedena min li ber xwe neda, wiha li min hat, wan bawerkir ku ez mirime, ji bo wê jî ez avêtim ser çopê. Dema ku ez bi ser xwe ve hatim, min hewilda ez birevim. Wan ferq kirin, cardin ez birim îskence kirim. 16 rojên min wiha derbasbûn."
'Jiyana rastî li piş barîkatane'
Li kolanên Elîka di serê her kolanê de gengaze ku mirov rastî komên YPS û YPS-JIN bên. Em beşdarî sohbeta koman dibin. Di meha derbasbûyî de Avaşin fakulteya tibê hêlaye û hatiye tevlî nava YPS-JIN bûye. Sedemên Avaşîn ber bi barîkatan ve kêşayî wiha tîne ziman: "Ketina nava giyanek wiha û li peyî wê nehatin çênabe." Avaşîn bilêv kir ku di raya giştî de weke ku li cihê barîkatan şer tê meşandin didin û wiha berdewam kir: "Lê şerê rastî li deverên bê barîkat tên kirin. Şer li ser vîna mirovan didin meşandin. Ez di ferqa van hemûyan deme. Me li vêderêjiyanek nû avakir. Avakirina asayîş û meclisan mînaka vê ya despêkê ne. Di demên pêş de dê dadgehên gel, navendên perwerdê û weke van navendên nû bên vekirin. Para gelê kurd ketiye berxwedanê. Ji bo ku ez jî para xwe bigirim ji vê berxwedanê li qadanim. Divê tayîbetî çepgîr, sosyalîst û anarşîst bên li vêderê cihê xwe bigirin. Dem êdî ne dema li Stenbol û Enqerê îşkalkirina malên wanin. Pêdivî bi îşkalê nîne, li vêderê malên gel ên her kesê ne. Hemû derî heya dawiyê vekirîne. Rastiya jiyanê li piş barîkatan veşartiye."
(zt)