Rêxistina Yekîtiya Star dê 2. konferansa xwe li dar bixe

09:33

JINHA

QAMIŞLO - Rêxistina Yekîtiya Star dê li bajarê Dirbêsiyê di 27'ê Çileyê de 2. Konferansa xwe li dar bixe. Derbarê pêkhatina 2. Konferansa Yekîtiya Star de, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî nirxandin kir got ew ê konferansa xwe bi dirûşmeya "Bi jina azad ve ber bi Suriyeyek demokratîk ve" li dar bixin.

Di çerçoveya jinûve avakirin û berfirehkirina xebatên xwe de Yekîtiya Star ev demeke xebatên xwe yê rêxistinkirinê dabû destpêkirin. Ji komînan heya meclîsan tevahiya xebatên girêdayî Yekitiyê civînên xwe li dar xistibûn niha jî wek sîwan Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê 2. Konferansa xwe ya asayî di 27'ê Çileyê de wê li bajarê Dirbêsiyê li dar bixin.

'Konferans berdewamiya xebatê înşayê ye'

Di derbarê konferansê û hedefên wê de Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî (dayika Hogir) nêrînên xwe bi me re parve kir û da diyarkirin ew bi dirûşmeya "Bi jina azad ve ber bi Suriyeyek demokratîk ve" 2. Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê lidar dixin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev konferans ji bo Yekîtiyê berdewamiya pêvjoya jinûve avkirinê ye. Beriya vê di tevahiya gund, semt û tax, navçe û bajarên Kantonê de komînan civînên xwe saz kirin, meclîsên wan pêkhatin û niha em ji jêr ber bi jor ve vê temam dikin û konferansa Yekîtiya Star pêk tînin."

'Armanc rêxistinkirina jinan esas girtine'

Welîde Botî destnîşan kir ku Rêxistina Yekîtiya Star sîwana tevahî jinên ku di binesazê pergala TEV-DEM'ê de dixebite û wiha pêde çû, "Me xwest vê ferasetê bi awayeke hîna rêxistinkirî ku jin ji nasnameya xwe haydar bin, bidin rûnişkandin. Em konferansê di 27'ê vê mehê de, li Dirbesiyê dar dixin. Herî kêm tê payîn 150 jin beşdarî konferansê bibin ku ji van 107 kes delege ne. Ji bo delegeyan jî kota hatiye dayîn. Me ji tevahiya jinên di meclîsan de, di saziyên pergala TEV-DEM'ê re kota daye. Her wiha sazî û xebatên xweser yê jinê jî hene ku ji wan re kota hatiye veqetandin. Endamên mala Jinê, Weqfa Jinê, saziya Dîplomasiya xweser, Ragihandin, Meclîsên Aboriyê, Jinên Ciwan û pir saziyên din vexwendiyên konferansê ne."

Welîde Botî da diyarkirin wan hejmareke berçav mêvan jî vexwendine û wiha got, "Bi taybet ji Desteya Jinê, Kordînasyona Jinê di Rêveberiya Xweser, Pêkhateyên Ereb, Suryanî, Asûrî û tevahiya partiyên Siyasî yên li Kantonê re dewetname hatiye şandin."

Welîde Botî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebat û birêxistinkirina jinê û xwest ku jinên ku bêrêxistin mane, ji bo pêşxistina xwe û ya civakê beşdarî xebatan bibin.

(mt/rc)