Berteka jinên Kurd, Suryan û Ereb li dijî teqînan
09:34
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Desteya Jin a Qamişlo da diyarkirin ku teqînên rûdidin encama polîtîkayên zihniyeta dewletan e û gotin, dixwazin îradebûna gel, yekbûn û rêxistina jinan belav bikin.
Şeva din li Kolana Meyamî ya Taxa El-Wista ya bajarê Qamişlo li pêşiya qehwexaneya Necmê teqînek rû da. Di vê bûyerê de 5 Kesan jiyana xwe ji dest dan û bêtirî deh kes birîndar bûn. Piştî vê teqînê ji Cîgerên Seroka Desteya Jin Emel Gewriye û Jinda Elî, her wiha Rêvebera Buroya Desteya Jin a têkîliyan Nehal Mihemed ji ajansa me re wiha axivîn. Bal kişandin ser armancên van erîşan û gotin ev tirsa ji yekîtiya gelan û rêxistinên jinan e.
'Jinên li çeperên bakur berxwe didin ne bi tenê ne'
Cîgira Desteya Jin a Kantona Cizîrê Emel Geweriye bal kişand ser armancên van teqînan û her wiha da xuyakirin ku jinên li bakurê Kurdistanê berxwedidin ne tenê ne û wiha axivî, "Ev demeke erîşên cuda li cihên cuda pêk tên. Lê belê em dizanin ev êrîş bi yek armancê tên rêxistinkirin. Şeva din jî li Qamişlo li ber qehwexaneyekê teqînek rû da. Beriya sersalê dîsa êrîşên bi taybet cihên şêniyên Suryanî hedef hatin girtin, jixwe li Iraqê jî pir teqîn li ser Suryaniyan çêbûne. Armancên van teqînan ji holê rakirina dewlemendiya çanda gelan e. Li Iraqê û Rojhilata Navîn dixwazin dîroka me tune bikin. Êrîş li ser cihên me yên dîrokî kirin. Bi van teqînên dawî jî dixwazin gelan bera hev bidin û wan mecbûrê koçberiyê bikin. Êrîşkar dixwazin di hêla leşkerî û siyasî de aloziyan derxin. QSD û YPG-YPJ destketinên gelek girîng avakirin. Em wek gelê Suryanî û gelên din ên li ser vê axê dijîn dibêjin me îradeya xwe di rêveberiya xweser de îfade kiriye. Ji ber vê yekê em wek gelê Ereb, Suryan, Kurd û Asur bibin yekdest. Wê wextê em ê bikaribin li hember hemû êrîşan bisekinin'
Emel Gewriye di dewama axaftina xwe de got, "Bi van êrîşên hovane dixwazin yekîtiya gelan bi teybet a jinê xira bikin. Erîşên li bakurê Kurdistanê jî ji bo ve yekê pêk tên. Ez wek jinek Suryan bi teybet jî wek jineke demokrasîxwaz dibêjim jinên li bakurê Kurdistanê berxwe didin ne bi tenê ne."
'Jin dê pêşengtiya şoreşê bidomînin'
Cîgira Desteya Jin a Kantona Cizîrê Jînda Elî jî wiha axivî, "Armanca teqînên li Qamişlo û Til Temir heman e. Piştî serkeftina Şoreşa Rojava di aliyê leşkerî, siyasî û dîplomasiyê de gelek gavên xurt hatin avêtin. Ji pêkhateyên Suryan, Ereb û Kurd Rêveberiya xweseriya demokratîk hat sazkirin. Vê jî yekîtiya gelan derxiste holê. Hêzên naxwazin ev yekîtî pêk bê bi van êrîşên hovane hewl didin yekîtiya gelan têk bibin. Em dizanin têkçûna yekîtiya gelan herî zêde zirar dide jin û zarokan. Lê em ê bi berxwedanî û birêxistinbûna xwe van êrîşan pûç bikin."
Jînda Elî îşare bi êrîşên li ser gelê Bakur bi taybet jinên Kurd kir û got, "Çawa me wek jin ji şoreşa Rojava re pêşengtî kir û dikin, em ê ji îro pêve pêşengtiya xwe bidomînin û li gel jinên bakurê Kurdistanê cih bigrin."
'Ev êrîş tevahiya pêkhateyan hedef digire'
Revêbira Buroya Desteya jin a têkîliyan Nîhal Mihemed jî wiha got, "Ev herêm mozayîka gelan e. Gelan jiyaneke hevbeş li ser vê axê parvekirine. Armancên van teqînan vê jiyanê ji holê rakin. Bangewaziya min ji hemû keç û xortan ew e bi zanebûn tev bigerin, neyên komplo û provakasyona dewletê. Divê em dest ji dîroka xwe ya aştiyane ber nedin."
Nîhal wiha dawî li gotina xwe anî, "Ez wek jineke Ereb, van teqînan şermezar dikim û dibêjim ev êrîş ne tênê gelê Suryan hedef digire, di esas de gelê Ereb, Kurd û tevahiya pêkhateyên Rojava tê hedefgirtin. Lewma divê em tev bi hev re van êrîşan vala derxin."
(rc)