Gelo Waliyê Şirnexê dixwaze birîndar bên înfazkirin?
10:36
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Cûdiyê ya Cizîrê ku ev 4 roj in 25 welatiyên birîndar tên rawestandin, ji bo ku bên dermankirin hemû hewldanên tên kirin ji aliyê Waliyê Şirnexê ve tê astengkirin. Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su yê ku desturê nade ambulansa şaredariyê jî bikeve taxê, xwest ku welatiyên birîndar ên ku rewşa wan giran e di bin gulebaranê de heta ambulansa ku derveyî taxê ye bimeşin, bi vî rengî wekî fermana mirina birîndaran da.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku ev 4 roj in 24 welatiyên birîndar di bodruma maleke de tên rawestandin û çûyîna wan a nexweşxaneyê tê astengkirin, bê navber tên bombebarankirin rewşa wan her diçe xirabtir dibe. Hemû pêşniyarên ji bo alîkariya birîndarên ku li cem wan av û malzemeyên tibî tuneye ji aliyê Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su ve tên redkirin û astengkirin. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz piştî ku parlamenterên HDP'ê li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên hundir re hevdîtin pêk anîn bi Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su re axivî. Pêşniyara ku gulebaran bê rawestandin, ambulans biçin avahiya birîndar lê ne û piştre jî bibin ambulansên serwîsa 112 ya li ser Îpekyolu ji aliyê Walî ve hate radkirin.
'Israr walî ya bila birîndar bi meşê bên'
Walî xwest ku welatiyên ku rewşa wan giran e bi meşê heta cihê ambulansan bimeşin. Feysal ê der barê rewşê de axivî wiha got: "Jixwe ji ber êrîşa hêzên ku di bin emrê walî de ne avahî hilweşiya. Ji bo hatina ambulansên şaredariyê jî destur nayê dayîn. Ji bo kesên ku di nava wan de yên rewşa wan pir giran e dibêjin bila bixwe bên. Jixwe bi fermana walî de hêzên dewletê tevdigerin, heke ew gulebaran nekin ev mirov dê nemirin û birîndar nebin."
Feysal wiha axivî: "Heke heta êvarê ew birîndar ji wir neyên girtin ez ê biçim wê derê. Bila min bikujin. Êdî em hatin rewşa ku mirovahiya xwe pirsyar bikin."
'Av nema'
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî diyar kir ku li dijî cihê ku ew lê ne êrîş berdewam dike û duh qatê duyemîn û sêyemîn ê avahiyê hate şewitandin, nikarin li hundir bêhnê jî bigirin. Mehmet anî ziman ku ji ber ku av tuneye li avahiyê li hundirê qazanê û hwd, hewl didin avê bibînin, ev av jî dibe sedama nexweşiyên din.
Rewşa zarokê birîndar giran dibe
Mehmet da zanîn ku ji ber ku malzemeyên tibî li cem wan tuneye bi pemboyên ku ji balîfan derdixin ve birînan pansuman dikin û ji duh ve ye êdî nikarin ji bo birîndaran tiştekî bikin. Mehmet distnîşan kir rewşa zarokekî birîndar her diçe giran dibe. Mehmet got ku ji ber ku endamê PM a DBP'ê Mehmet Yavuzer nehat dermankirin lingê wî bû kangren cihê ku lê ne êdî bûye ciheke ku nikarin lê bijîn her saetên ku derbas dibe, dê bibe sedema mirina birîndaran.
(rc)