Jûlîde Kural: Desthilatdar şîddetê ji bo xwe rewa dibîne

10:51

JINHA

STENBOL - Jûlîde Kural diyar kir ku ji ber jin xwedî hêza avaker yê jiyanê ye, rastî tundiya dewletê tê û wiha got, "Dema ku jin têbikoşe tevahî şîdet û dorpêça pergala serdest têk diçe, ji ber vê mêr li her qadê jiyanê êrîşê jin dikin. Ez bawerim cîhana wekhev û azad yê ku em xeyala wê dikin, em ê avabikin."

Piştî hikûmeta AKP'ê bûye desthilatdar, helwestên ku jin biçûk bixe û bi gotinê xwe tine bike dertê holê. Gelek gotinên Serokomar Erdogan, wezîr û wekîlên AKP'ê yên ku şîdeta ser jinan rewa dikin hatin kirin. Hunermend Jûlîde Kural diyar kir ku desthilatdariya dewletê yê li ser bedena jinan tenê bi yekbûn û rêxistinê wê bê vala derxistin û got li hember hêzbûna îqtîdarê têkoşîna jinan ev 20 salan xwe daniye holê. Jûlîde diyar kir ku jin di nava jiyanê de ji bo guhertin û veguhertinê û danîna hebûna xwe xwedî kedek mezine û wiha domkir, "Sekna jinan li hember pergala desthilatdariyê ya tevahî cîhanê ye. Li welatê me tevî îqtîdarê bihêzbûna muhafazkariyê diyarbûna rola jinan mirovan bi guman dike. Têkoşîna jinan hêşt desthilatdaran tedbîrên mezin bigrin. Jin çiqas dexwaza azadiyê bike û ji bo guhertinê bikeve tevgerê, pergala dewletê yê mêr jî hildiweşîne."

'Dewleta ku xwe bi muhafazakartiya olî dide nîşan kirin rewşek bi tehûke ve derket holê'

Jûlîde destnîşan kir ku dewleta ku xwe bi muhafazakartiya olî dide nîşan rewşek bi tehlûke girtiye û wiha berdewam kir, "Dema ku em li quralan dinêrin, em dibînin jiyan li dora jin her qadê hatî pêçandin, divê jin çend zarok bîne, li kur bikene, rûne û rabe tev hatî diyar kirin. Ligel vê yekê qadê xebatê jî lê tê tang kirin." Jûlîde bilêvikir ku divê tecevûz, tacîz û qetilkirina jinan bi aweyek ciddî bê lêkolînkirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hem di warê civakî de hem jî ser navê guhartina jiyanê divê xebatên cidî pêk werin. Kî desthilatdar dibe bila bibe, meclîs heye li gel vê divê wezîrên jin bên avakirin û pergala çareseriyê bên gotûbêj kirin."

Jûlîde got, "Desthilatdar bi têgîna namûsê gelek têgîn xistiye nava hev û tevhev kiriye. Ev yek jî ji bo jina ku di nava civakê têkoşînê dike rewşek bi tehlûke derdixe holê û astengiyê pêk tîne. Ji ber vê qetilkirina jinan ji bo wan bûye parastinek bîrdozî. Di vê mijarê de gelek partî dikarin li hev bikin û werin ba hev."

'Qadên desthilatdariyê em ê tev hilweşînin'

Jûlîde anî ziman ku dema jinên têkoşînvan yên Kurd tên qetilkirin desthilatdarî xwe bê deng digre û wiha berdewam kir, "Hêzên desthilatdar naxwazin jin li berxwe bide, dema ku dibêjin mêr terorîste ne xema wane lê belê dema ku jinbe ji bo xwe wek tehlûkeyek mezin dibînin. Ji ber jin bi hêze û xwedî afrîneriya jiyanê ye. Sedema şîdetê giran yê heber jinan jî eve."

Jûlîde diyar kir ku qetilkirina jinan di nava civakê de jî asayî bûye. Jûlîde da zanîn ku jinên têkoşînvan li her qadê bûne perçeyek ji têkoşîna vê berxwedanê û wiha pêde çû, "Dema ku jin têbikoşe tevahî şîdet û dorpêça pergala serdest têk diçe, ji ber vê mêr li her qadê jiyanê êrîşê jin dikin. Ez bawerim cîhana wekhev û azad yê ku em xeyala wê dikin, em ê avabikin."

(rc)