Rojnameger ji bo girtina 'Nobeta Piştevaniyê' dikevin rê

11:00

JINHA

STENBOL - Komek rojnamegerên ku ji bo pîştevaniya hempîşeyên xwe yên ku li Kurdistanê di nav şer de nûçeyan dişopînin dest bi "Nobeta Piştevaniyê" kirin. Rojnameger Tugba Tekerek ku tevlî nobetê bû ye diyar kir ku divê hemû rojnameger tevlî vê nobetê bibin.

Hikûmeta AKP'ê û Serokomarê Tirikiyê Recep Tayyîp Erdogan ji 24'ê Tirmeha 2015'an û şûn de li gelek navend û navçeyên Bakûrê Kurdistanê konsepta şer da dest pê kirin û çapemeniya azad xiste hedefa xwe. Rojnamegera JINHA'ê Bêrîtan Canozer di dema li Amedê nûçeyê dişopand bi hinceta "Kelecan bûye" hate girtin. Dîsa Rojnamegerê ÎMC'ê Refîk Tekîn ku li Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin û Rojnamegerê DÎHA'yê Serhat Yuce li Farqînê polîsan çek xista mejiyê wî û gefa mirinê lê xwarin û heya Rojnamegera JINHA'ê Vîldan Atmaca di girtîgehê de rastî tacîzê hat û hemû rojnamegerên li heremê nûçeyan dişopînin bi gefa mirin û binçaviyê re rû bi rû ne.

Rojnamegerên ku li Rojavayên Tirkiyê jî dimînin jî ji bo pîştevaniya hempîşeyên xwe yên ku li Bakûrê Kurdistanê nûçeyên dişopînin û rastî êrîşê tên, bikin dest bi "Nobeta Hevpariyê" kirin. Pîştî heftiyek dê komek rojnameger bikevin rê û biçin cihên ku dibin dorpêçê de ne û komek din jî dê berên xwe bidin cihek din û pîştevaniya hempîşeyên xwe bikin. Rojnameger Tugba Tekerek li ser plansaziya kampanyayê axivî.

'Em dixwzin bi wan bidin hîs kirin ku em li cem wan in'

Tugba diyar kir ku komek biçûk dê biçe Rojava û piştgiriyê bide hempîşeyên xwe yên ku di nav êrîş û şerên girande dixebitin û wiha pê de çû: "Bi rastî me vê hêza xwe ji Nobeta Hêviyê ya ku ji bo Can Dundar û Erdem Gul me da dest pêkirin wergirt. Me pişt re ji bo hemû rojnamegarên ku di bin şert û mercên giran de dixebitin Nobeta Hevpariyê da dest pê kirin. Her heftî komek ji me dê biçê Amed, Cizir, Sîlopiya û cihên ku şer lê çêdibe. Rojnamegerên ku dê biçin heremê dê edîtortî, nûçegihaniyê bikin. Em ê li wir pirek bidin ava kirin. Em dixwizin bi wan bidin hîs kirin ku em li cem wan in."

Tugba anî ziman ku ne mûmkin e ku li hemberî pêvajoya şer bêdeng bisekinin û wiha axivî: "Ez wek rojnamegerek dema ku agahiya çalakiyê tê min ez nikarin bibin aligir. Tenê min nûçeya vê çalakiyê çêdikir. Min tenê wek rojnamegerek çalakiyan dişopand û karê xwe dikir. Ev jî karê me ye çalakiyên çêbin em ragihinin rayagiştî."

'Me giringiya rojnamegeriyê dît'

Tugba Nûçegihanê DÎHA'ê Serhat Yuce ku dema nûçe dişopand û ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa çekdarî hat bibirxist û got ku ew di wirde giringiya rojnamegeriyê dîtine û wiha berdewam kir: "Ew dîmenên Serhat û ya Refîk Tekîn hêj tê berçavên min. Em navê hemû rojnemegerên ku tên girtin û tên birindar kirin yek bi yek em dizanin. Ew rojnamegerên ku dema Tahîr Elçî hate qetîlkirin û di wê kargaşeyê de dîmenên xwe dikişandin hêj di bira me de ye. Her çiqas em wan dîmenan dibinin em ferk dikin ku karê me dikin gelek zor û zehmet e."

'Divê me li pîşeya xwe xwedî derkevin'

Tugba di dawiyê de got ku karê ku ew dikin gelek zehmet e lê divê di serî de me xwedî li pîşeya xwe derkevin.

(ho/rc)