Çûkbazê Sûrê qetilkirin û malbata wî avêtin kolanê

12:14

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED - Halîl Tûzûlerk yê ku dema diçû ser banî xarina kevokan bide ji aliyê polîsan li Sûrê hat qetilkirin, hevjîna wî Hûlya Tûzûlerk got, "Dewlet hem me bi zorê ji Sûrê derxist hem jî ji TOKÎ. Dûvre dibêjin 'alîkarî didin gel' lê belê me ti alîkariya wan nedît. Alîkariya wan hevjîna min qetilkirin û me ji warê me dûrxistine."

Dorpêç û êrîşên hember navçeya Sûra Amedê di roja 56'an de berdewam dike. Halîl Tûzûlerk (27) yê ku li Taxa Fatîhpaşa dijî di 10'ê Cotmeha 2015'an de dema ku derket ser banî xwarinê kevokan bide ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Cenazeyê Halîl rojek li ser banî mabû û malbat nekarîbû cenazeyê bigrê. Hevjîna Halîl Hûlya Tûzûlerk (24) wiha behsa qetilkirina hevjînê xwe û jiyana xwe kir, "Serê sibê bû, hevjînê min her sibê diçû ser banî û xwarina kevokan dida. Ji kevokan gelek hezdikir ti car di xewda nedima. Ew roj jî saet 05.00'an de rabû û çûbû ser banî. Ez jî pey wî de çûm ser banî, ji min re got 'tu here xarê ez ê xwarinê bidim kevokan û bêm'. Ez çawan daketim xarê deng hat. Ez tavilê cardin çûm ser banî, lê min nekarî serê xwe derînim. Polîsan gule direşandin. Cenaze ji sib3e saet 05.00'an heya 03.00'ê êvarê li erdê ma. Me nekarî em biçin bigrin. Ên ku vê yekê kirin dê wîjdana wan çawan rihet be. Ev kiryarên ku tên kirin ji Kurdan re rewa tê dîtin."

'Gule polîsan bir'

Hûlya da zanîn ku di dema otopsiyê de guleyê ku li hevjînê wê ketiye ji aliyê polîsan ve hatiye birin û wiha domkir, "Polîsan ji mera gotin 'biçin ser banî, dibe ku hûn gule bibînin'. Em gelek geriyan lê me nedît ji ber ku polîsan gule biribû. Gule li gurçikê hevjînê min ketibû. Di dema otopsiyê de polîsan birin. Dosyayê hevjînê min ne hatiye vekirin."


'Tenê tiştê min dîtiye hevjînê min qetilkirine'

Hûlya destnîşan kir ku ji ber êrîşên li hember navçeya Sûrê ew neçar mane ji Sûrê derketine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Xaniyê ku lêbûm bi kêrê bû. Êrîş giranbû em jî neçar man ji wir derên. Wek kirêvan em çûn TOKÎ yê nû. Ji ber bi kirê rûnişkandin qedexeye ji Saziya Ewlehiya Civakî hatin û gotin divê hûn ji malê derên. Di nava vê zivistana giran de cardin hatim Sûrê. Li malê ber sermê em dijîn, sobeyek me jî nîne li malê. Dewlet hem me bi zorê ji Sûrê derxist hem jî ji TOKÎ. Dûvre dibêjin 'alîkarî didin gel' lê belê me ti alîkariya wan nedît. Alîkariya wan hevjîna min qetilkirin û me ji warê me dûrxistine. Niha tevî zarokê xwe yê 4 mehî û sê zarokên xwe yê din têkoşîna jiyanê didim. Têra nake dewlet me ji TOKÎ derxist, ser de fatureyê av û eletrîkê yê xwedanê malê bi me da. Her rojê çend car li min digerin ku ez faturayan bidim."

Hûlya yê ku tevî zarokên xwe têkoşîna jiyanê dide wiha dawî li gotina xwe anî, "Çend battaniye heye ez wan jî davêjim ser zarokan. Dema ku ez dicemidim radibim nava malê de dimeşim û heya sibê rûdinim. Şert û mercê min yê jiyanê çiqas zehmet be jî cardin hêviya min ji jiyanê heye. Ez ê ti car nekevim."

(rc)