Bi sedan kesên ji Enqereyê ji bo Meşa Botanê ketin rê gihiştin Gîrêmîrayê

12:36

JINHA

MÊRDÎN - Bi sedan kesên ku jin jî di nav hene di 24'ê çileyê de ji bo Meşa Botanê ji Enqereyê ketin rê, ligel hemû astengiyan xwe gihandin taxa Gîrêmîra ya navçeya Nîsêbînê. Jinên ku tevlî meşê bûn diyar kirin ku ji bo rawestandina komkujiyan hatine vir û dê heya komkujî bên rawestandin çalakiya xwe berdewam bikin.

Bi sedan kes piştî kongreya HDP'ê ji Enqereyê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Botanê ketîbûn rê, ligel hemû astengiya xwe gihandin taxa Gîrêmîra ya navçeya Nîsêbînê. Bi sedan kes ku bi rojan e di rê dene heya niha 6 car ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin rawestindin û hatin astengkirin derbas bûn û hatin Mêrdînê.

'Tirkiyê ber bi qaosê ve tê birin'

Meşvana Botanê Emîne Caynak diyar kir ku piştî dawî kirina kongreyê ketine rê û di rê de ji aliyê hêza dewletê ve rastî gelek astengiyan hatine. Emîne desnîşan kir ku ew ligel hemû astengî û êrîşan bi vînek mezin meşa xwe berdewam kirine û xwe gihandine cihên xwe. Emîne êrîşên tên jiyandin bi tund şermezar kir û wiha axivî: "Ev meş ji bo rawestandina komkujî û mirinan e. Heya ku êrîş û dorpêç neyê rawestandin em ji vir naçin. Em bang li hemû gelê tirk û kurd dikin ku bila ji bo mirovahiyê xwedî li Meşa Botanê derkevin."

'Vê şerê encax jin dikarin rawestînin'

Rêvebera rêxistina HDP'ê ya navçeya Ardemetê ya Wanê Nîlufer Sezgîn jî desnîşan kir ku di derketina Pozantiya Edeneyê polîsan rê ya wan girtiyê û destûr nedayê ku derbas bibin. Nîlufer bilêv kir ku niha li cihê ku e wan dixwest lê bin in û wiha ev tişt got: "Heya ku em xwe bigihîni armança xwe em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Yan dê dewlet me tevan li vir bikûje an jî dê xwesteka gelê kurd li ber çavan de derbas bike. Êrîş û komkujiyên li Cizirê tên kirin dijî mirovahiyê ye. Divê êrîşan de herî zê de jin zerarê dibinin û hedef tên girtin. Ev jî dide nişan ku dewlet ji jinê bi rêxistin ditîrse. Ez li vir bang li hemû jinên Tirkiyê dikim ku bila li hemberî komkujiyan serî rakin"

'Ji bo pîtîkên ku tên qetîlkirin divê em têkoşîna xwe bilind bikin'

Rêvebera rêxistina HDP'ê ya Bursayê Fîgen Ovaç jî got ku ji çalakiya nobetê ya ji aliyê rojavayê Tirkiyê tevlî Meşa Botanê bûye û wiha berdewam kir: "Em îro ji bo pîştevaniya berxwedana jinên Botanê hatin vir. Li Kurdistanê komkujiyên gelek mezin tên kirin divê em di serî de jin li hemberî van komkujiyan li ber xwe bidin."

Fîgen di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo pîtîkên tên qetîlkirin divê têbikoşin û têkoşîna xwe bilind bikin.

(ho/rc)