'Eger cenazeyên zarokên me nedin em ê dest bi çalakiya birçîbûnê bikin'
13:15
JINHA
AMED - Malbatên ku zarokên wan li Surê hatin qetîlkirin û nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin dest bi nobeta berxwedanê kirin. Malbatan diyar kir ku eger cenazeyên zarokên xwe negirin dê dest bi çalakiya birçîbûnê bikin.
Malbatên Rozerîn Çukur, Ramazan Ogut, Turgay Gîrçek û Gunduz Akmeşe yên ku li navçeya Sura Amedê hatin qetîlkirin û heya niha cenazeyên wan nehatine girtin nobeta berxwedanê ku li avahiya ÎHD'ê dabûn dest pê kirin, li ser bangawaziya HDP û DBP'ê çalakiya xwe li Parka Sumerê berdewam kirin. Pîştî qetîlkirina Turgay û Gunduzê wêneyê Hakan Arslan ê ku duh li Surê hate qetilkirin jî di diwarê ve hate dalikandin û malbata wî jî tevlî çalakiya nobetê bû. Bavê Hakan, Alî Riza Arslan ên ku tevlî nobetê berxwedanê bû diyar kir ku cenazeyê kurê xwe li erdê ye û nadin wan. Alî Rîza anî ziman ku heya ew cenazeyên xwe bigirin ew ê nobeta xwe berdewam bikin.
Malbat ligel hewaya sar agir pê dixin û nobeta xwe berdewam dikin.
(ho/rc)