Colemêrgî li hemberi komkujiyan çalaki pêk anî
14:04
JINHA
COLEMÊRG - Colemêrgiyan li hemberi dorpêç û komkujiyên ku li Kurdistanê diqewimin daxuyanî dan çapemeniyê.
Li Colemêrgê bipêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balkişandina ser dorpeça hikumeta AKP'ê li berava hiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di navê de Hevserokên HDP'ê Metin Besî, Ayşe Duran û Hevserokên DPB'ê Huseyin Armut û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûne. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP'ê Huseyin Armut ve hat dayîn. Huseyin diyar kir ku ji ber komkujiyên li Kurdîstanê bidawi bibin ew van çalakiyên demokratik weki berpirsyariyek mirovahî dibinin û wiha axivi: "Em li vir berpirsyariyek mirovahi tînin cîh, li hemberi komkujiyan dengê xwe bidind dikin."
Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya runiştinê pêkanîn.
Çalakî bi diruşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" bidawî bû.
(zyd/zt)