Dê bakûr jî wek Kobanê biser bikeve

14:04

JINHA

TIL TEMIR - Di 1. Salvegera Rizgarbûna Kobanê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê li tevahiya Rojava pîrozbahî û şahî tên lidarxistin û gel carkeke din şadiya wê rojê dijî û tîne ziman.

Bi ser rizgarbûna Kobanê ji destên çeteyan salek bihurî. Îro li tevahiya qadên Rojava pîrozbahî û şadiya wê rojê dubare tê jiyîn. Me jî li Til Temirê mîkrofona xwe dirêjî endama Rêveberiya Kar û Xebatê Jinê yê şaredariyê Ronaz Yûnis kir. Ronaz diyar kir ku çewan Kobanê bi serket berxwedana bakûrê Kurdistanê dê bi serbikeve û rizgarbûna Kobanê li Kurdistaniyan pîroz kir.

Ronaz sersaxî ji malbatên şehîdên Xwesriya Demokratîk bi taybet jî endama YPS-Jin Dorşîn Amed re xwest û wiha got, "Di dîroka vê têkoşînê de pir şervanên leheng çalekiyên fedayî ji bo azadiya gel pêk anîne. Mînaka li Kobanî hevala Arîn Mîrkan e. Wê li ser girê Miştenûrê ji bo azadiya welat û jinê li dijî zihniyeta desthilatdar canê xwe feda kir. Îro jî Dorşîn Amed endama YPS-Jin li ser xeta fedayî ya Arînan şehîd bû. Lewma bila ti kes nebêje Dorşîn Amed çû û tine bû. Bi hezaran jinên Kurd dê li ser şopa wê jî bimeşin heya bigihîjin azadiya xwe. Berxwedaniya Jina Kurd a li Kobanê, Til Temir, Hesekê û Şengalê rûpeleke nû di dîroka azadiya jinê de vekiriye. Heman asta serketinê em ê li Bakur jî qezenç bikin. Ez di wê baweriyê de me. Careke din silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêşî xweseriya demokratîk û jinên têkoşer dikim."

(sş/rc)