Ser mala 24 birîndar têdenin êrîş giran bûn
14:45
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Cûdi ya navçeya Cizîrê ku 24 birîndar ev 4 roj in di bodruma avahiyekî de li benda ambulansê ne û 4 birîndarên ku jiyana xwe ji dest dane avahiya ku lê dimînin dîsa tê bomberanakirin. Hate hinbûn ku ji birîndaran rewşa Sultan Irmak jî her diçe giran dibe, ji ber bombebaranê qatê 2'yemîn û 3'yemîn ên avahiyê jî hilweşiyaye û tewanê cihê ku lê dimînin jî li ber hilweşînê ye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê ev 4 roj in avahiya ku li taxa Cûdiyê ku 24 birîndar û 4 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane hêzên dewletê her diçe bomberana li dijî avahiyê zêdetir dibe. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz agahiya ku ji birîndaran rewşa Sultan Irmak giran bûye, li ber mirinê ye parve kir. Malbatan xwestin ku ji bo wergirtina birîndaran hevdîtinên pêwîst bê kirin û ev tişt anîn ziman: "Heke walî berpirsyariyê nagire em dixwazin berpirsyariyê bigirin û zarokên xwe werbigirin."
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ji bo wergirtina birîndaran bi Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su re hevdîtin pêk anî û pêşniyara bi ambulansên şaredariyê biçin bîndaran werbigirin û heta li Îpekyolu bîne û ji wir jî ambulansê serwîsa lezgîn a 112 bigirin ji aliyê walî ve hatibû redkirin. Walî bi gotina "bila birîndar ji taxan bi meşê derkevin" daxwaz red kiribû û li hemberî vî gotina walî, Faysal jî ev tişt anîbû ziman: "Heke heta êvarê birîndar ji wir neyêne wergirtin ez ê biçim. Bila min jî bikijin."
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku li cem birîdaran e jî gotibû ku ji ber êrîşên duh êvarê qatê duyemîn û sêyemîn ên avahiya ku lê dimînin hatiye hilweşandin û kevirên avahiyê pencereyên bodrumê girtine ji ber vê yekê nikarin bêhnê bigirin.
Li gorî agahiyan li bodruma ku 4 cenaze û 24 birîndar hene av jî tuneye. Ji ber ku malzemeyên tibî tuneye welatiyên birîndar nikarin bên dermankirin û birîndar herî dawî bi pemboyên ku ji balîfan derxistine ve birînên wan pansuman kirine.
Hate hinbûn ku tewanê bodruma ku birîndar dimînin ji ber bomberanê bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ye.
(zt)