Ji bo pêşî li komkujiyan girtinê 15 jin dixwazin biçin Taxa Cudî

14:59

JINHA

ŞIRNEX - 15 Jinên ji malbatên birîndarên di havahiya têde birîndar û cenaze heyî, 4 rojin tê topbarankirin çun ber Şaredariya Cizîrê û dest bi runiştinê kirin.

Di bodroma malek a Taxa Cudiyê de 4 rojin 28 birîndar tên topbaran kirin. 4 birîndaran ji windakirina xwînê jiyana xwe jidest dan, hîna êrîşên ser avahiyê ber dewam dikin. Her diçe rewşa birîndaran giran debe û talokeya komkujiyê mezin dibe. Piştî daxuyaniya Waliya weke "Bila birîndar bi rêveçunê ji nava taxê derkevin" malbatên kesên jiyana xwe jidest dane û birîndaran ketin nava tevgerê.

15 jinên ji malbatên kesên jiyana xwe jidest dane û birîndaran meşiyan ber avahiya Şaredariya Cizîrê û gotin: "Ger walî naxwaze berpirsiyariyê bigire, emê berpirsiyariyê bigirin û zarokên xwe rizgar bikin." Jin li ber şaredariyê li benda bersiva emniyetê ne. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li gel jinan li bendêne têkevin hindir.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ji bo wergirtina birîndaran bi Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su re hevdîtin pêk anî û pêşniyara bi ambulansên şaredariyê biçin bîndaran werbigirin û heta li Îpekyolu bîne û ji wir jî ambulansê serwîsa lezgîn a 112 bigirin ji aliyê walî ve hatibû redkirin. Walî bi gotina "bila birîndar ji taxan bi meşê derkevin" daxwaz red kiribû.

(at-ab-ma/zt)