Jinên ciwan salvegera rizgariya Kobanê pîroz kirin

15:39

JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê salvegera berxwedana dîrokî ya Kobanê li hemû gelê Kurd pîroz kirin û gotin: "Berxwedana Kobanê berxwedanek dîrokî ye, berxwedana Bakur jî cêwiya vê berxwedanê ye."

Bi boneya salvegera berxwedana dîrokî ya Kantona Kobanê ku şervanên YPJ-YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi serketin û herêm bi tevahî paqijkirin, jinên ciwan li Hesekê rizgariya Kobanî nirxandin. Jinan dan diyar kirin ew şehîdên Kobanê bi bîr tînin û berwedana bakûrê Kurdistanê jî silav dikin.

'Em ê ji bo şehîdên azadiyê têkoşînê bidomînin'

Albîn Ehmed endama jinên ciwan salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîranî û wiha axivî: "Roja serkeftina Kobanê roja serkeftina mirovahiyê ye. Berxwdana ku jinan li Kobanê kirin bû mînak ji hemû jinan re. Bû çavkaniya hêzê ji bo Kurdan û hemû cîhanê. Ji jinên wek Arîn Mîrkan, Rêwan, Gulan Batman û Viyan Amara hêz hate girtin." Albîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê herdem şehîdên azadiyê bi bîrbînin, yên ku canê xwe fedayê axa pîroz kirin û em ê herdem têkoşîna wan berdewam bikin."

'Berxwedana Kobanê cêwiya berxwedana Bakûr e'

Endama Rêxistina Jinên Ciwan Hebîbe Dawud jî rizgarkirina Kobanê pîroz kir û silav da berxwedana Bakur. Hebîbe berxwedaniya li bakur wek cêwiya berxwedana Kobanê binav kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Çawa Kobanê li hember dijminê mirovahiyê berxwedan kir, niha gelê me li Bakur jî heman berxwedaniya birûmet li dijî êrîşên faşîst ên AKP û Erdogan didin. Zihniyeta DAÎŞ û ya AKP'ê yek e, ti ferq di navbera wan de tine ye. Lê em bi bawerin çawa Kobanî bi destanwarî ser ket dê Bakur jî biser bikeve. bila Tirkên faşîst û hemû dijiminên kurdan bizanibin ku gelê Kurd ji riya azadiyê venagerin."

'Berxwedana Kobanê ji şoreşên cîhanê re îlham e'

Zozan Cudî endama jinên ciwan jî salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir wiha got: "Ev berxwedana dîrokî êdî bû minak ji hemû şoreşên cîhanê re. Ticar Kobanî nayê jibîrkirin. Her têkoşîn û şoreş dê ji Kobanî pir tiştan hînbibe."

(gb-ee/rc)