'Em ê bibin çemê mirovahiyê û biherikin Botên ê'
15:45
JINHA
ÊLIH - Bi pêşengiya rêveberiya HDP, DBP û Dayîkên Aştiyê wê Êlihê tevlî çemê mirovahiyê bibe û ber bi Botanê ve biherike.
Li Êlihe ji bo dorpêçên ser Kurdistanê banga têvlî bûna ji bo meşa Botanê hat kirin. Bi pêşengiya HDP, DBP û Dayîkên Aştiyê yên Êlihê amadekariyên beşdarbûna Meşa Botanê tên kirin. Di çarçoveya amadekariyan de daxuyanî hat dayîn. Di daxwiyaniyê de Hevşaredarên Êlihê Abdulbarî Karaagaç wiha axivî; "Em çav girtina dewletê li hember van mirin û qatlîaman şermezar dikiN. Eger li Cizîrê welatiyên me bi mirinê re şer dikin û em bê dengbin wî çaxî gerek em ji xwe pirskin û bêdengî ye xwe ne domînini."
Wê sibê di saet 12.00'an de li ber Şaredariya Êlihê gel berbi Botanê ve bi harike.
(dt/zt)