Beyan Alî: Li Başurê Kurdistanê tindiya ser zarokên keç zêde dibe
09:18
Şengar Biradost/JINHA
DERBENDÎXAN - Li Başurê Kurdistanê şîdeta ser jinan her diçe zêde dibe. Endama Rêveberiya (RJAK) ê Beyan Alî diyar kir ku piranî zarokên temenê wan ji 18 saliyê biçuktir rastî tindiyê tên.
Li gor lekolînên ku ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ve di dawiya sala 2015'an de hatine kirin, li Başurê Kurdistanê şideta ser jinan zêdebûye û ji yên şidetê dibînin sedî 30 zarokên temenê wan bin 18 saliyê den nin. Li ser mijarê Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ê Beyan Alî ragihand wiha axivî: "Rewşa jinan li navçeya Derbendîxan bi taybet jinên ku kar dikin û Abûriya malê ser milê wane pir nebaşe. Bi zêde bûna aloziyan re rewşa jinan jî roj bi roj xirab dibe. Di her qadên jiyanê rû bi rû yê zehmetiyên zêtir di mîne."
Beyan dazanîn ku 2 sedemên sereke yên zêdebûna şîdetê hene û wiha domand: "2 sedemên sereke yê xwe kuştina jinan hene yek; sedmên civakî û guhartinên ku bi rengekî xirab ser civakê bandora xwe çêkirin. Herweha hindek malbat pir dibin bandora olê dane bi taybet jî ol perstên siyasî. Wate dab û nerîtên civakî û pêşketinên ji nîşkave hevdû negrtin. Sedema duhemîn jî şer, koçberî, hejarî û zehmetiyên jiyanê ku malbat ji hev belav dike. Bi taybet piştî ku jin, civak, malbat bi sîstema sermayedar ve hatine grêdan û ciwan bê rol hatine hiştin. Xwe kuştina zarokên keç ên temenê wan di bin 18 salî diyardeyaka ne ji rêzêye. Pir caran di nav heftekê de 2 jin tên qetil kirin. Di hefteya bûrî de jî 2 zarokên keç dawî li jiyana xwe anîn. Li gor lêkolînên ku me yên di derberê bûyerê de derket ku keçek 13 salî ji ber zextên malbtê xwe darvekiriye. Ji ber lêpirsîn, hisab pirsîn tûneye îdî qatilên jinan êrîşî zarokên keç jî dikin."
Beyan di derbarê hewldanên ji bo çareseriya pirsgrêkên jinan û pêşî girtina kuştina jinan jî wiha got: "Rêxistinên jinan tenê behsa şîdeta ser jinan dikin, lê wek pêşxistina çareserî û rêgirtina ji şîdetê tu pirojeyên wan nîne. Ji ber ku rêxistinên jinan li Derbendîxan kar dikin girêdayî partiyên siyasî ne. Dema ku jin di nav malê de jî bê çare dimînin, hêviya jiyanê nabînin mirinê wek bijêrekek di pejrînin ku wan rizgar dike ji hemî zehmetiyên jiyanê. Em jî wek rêxistina jinên azad ji bo hişyar kirina jinan berdewam di nav hewldanan dane."
(zt)