'YPS bersivek xurt hember AKP'ê ye'
09:21
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Fermandara Yekînêyên Parastina Jin YPJ'ê Roza Serhed êrîşên dewleta Tirk yên hember gelê Bakur nirxand û diyar kir ku dê berxwedana gel bi serbikeve.
Ji ber êrîş û konsepta şer yê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyê ya li ser bajarên Kurdistanê pêk tê berteka jinan li her derî bilind dibe. Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roza Serhed êrîş û zextê dewleta Tirkiyê yê li hember gelê Kurd yê bakûrê Kurdistanê nirxand û avabûna Yekîneyên Parastina Sivîlan silav kir.
'Avabûna YPS'ê pêdiviya parastina gele'
Roza destnîşan kir ku avabûna YPS'ê pêdiviya parastinê ye û wiha got, "Li hember zordariya AKP'ê yê li hember gelê Kurd, YPS'ê hêza parastinê ye. Em avabûna YPS'ê û berxwedana gelê bakûr silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Bakur dê bi piştgirya tevahiya Kurdistanê serkeftineke pir mezên bi dest bixîne."
'Hêza YPS'ê wê gel biparêze'
Fermandara YPJ'ê Roza Serhed avakirina Yekîneyên Parastina Sivîlan YPS'ê li ciwanên kurd jî pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hêza YPS'ê wê gelê me biparêze û wê bibe mînak ji hemû hêzan re. Ez sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim. Avakirina Yekînêyên Parastina Sivîlan di vê wateyê de gaveke pir mezin e ji bo parastina bakur. Dema mirov li vê hêzê mêze dike hêvîdar dibe. Avakirina vê hêzê dê hem pişta dijmin bişkîne hem jî bibe palpişteke saxlem ji gel re."
'YPS- Jin dê tekoşînê xurtir bike'
Roza cihê jinê di berxwedana li Bakur de nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dewleta Tirkiyê herî zêde êrîşê jinê dike. Dizane heke jin tevlî şoreşê nebe û tevlî berxwedanê nebe, dê bikaribe bi rehetî vîna gel bişkêne. Ji bo wê hem jinên sivîl hem jî Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jin dê tekoşîna heyî xurtir bimeşînin."
Roza di dawî de wiha got, "Erdogan dixwaze gelê Kurd bê nasname, bê ziman, bê îrade bihêle. Lê dê gelê kurd vê xewna wî pûç bike. Em di wê baweriyê de ne dê jin bi taybet vê planê vala derxîne."
(rc)