Bi şideta dewletê re şideta mêran jî zêde dibe
09:21
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Parêzer İpek Bozkurt diyar kir ku bi zêdebûna navenda şidetê re hevsengiya nava jin û mêran jî xira dibe û got: "Niha ewqas dewlet bi terorîzekirina rojnamegeran û ji kar avêtina akademisyenan re mijule, mêr jî dizane di navendek wiha de ceza nagire şidetê dike."
Li Kurdistanê şideta dewletê, li Tirkiyê şideta mêran zêde dibe. Mêr dizane hem ji dîmenên şidetê û hem jî ji şerê berdewam dike wê li gorî sucê dike ceza negire ji bo wê jî êrîş dike. Parêzera Platforam Rawestandina Cînayetên Jinan Îpek Bozkurt da zanîn ku newekheviya nava jin û mêran bi şidetê zêdetir kur dibe û wiha domand: "Di navendên aştiyê de jinan dikarî şideta nava malê dibîne bîne ziman. Lê di navendên şer de zarok, dayîk û xizmên wan tên qetilkirin, di rewşek wiha de şideta dibîne nayîne ziman. Şidet normal dibe. Dema ku dibînin top bi mala wan dikeve, cenaze li kolanê ne nikarin rakin, êdî şideta ser navendê tê kirin ji şideta ser wê tê kirin hîn zêdetire."
'Mêr emînin ku ceza nagirin'
Îpek destnîşan kir ku şidet weke kevirek dema di avêje nava deriyayê pêl bi pêl belav dibe ye û wiha berdewam kir: "Niha ewqas dewlet bi terorîzekirina rojnamegeran û ji kar avêtina akademisyenan re mijule, mêr jî dizane di navendek wiha de ceza nagire şidetê dike. Ji xwe şerek heye û jin di malên xwe de hatine giretin. Rakirina navenda aştiyê şidetê zêde dike. Tiştek ji van tesaduf nîne. Dewlet bi qetilkirina mirovan serê van pirsgirêkan jî digire."
'Welatiyên sivîl tejîkirin û valakirina çekan çawan dizanin?'
Îpek bilêv kir ku şideta dewletê ya li Kurdistanê berdewam dike li aliyê Tirkiyê vegeriyaya şideta mêran û wiha dom kir: "Di dozekê de qatîl dibêje; 'Min ji bo tirsandina hevjîna xwe 3 caran çek dagirtiye û vala kiriye.' Welatiyên kolanê dagirtin û valakirina çekê çawan dizanin? Ji ber ku di televizyonan de dibînin, di wêneyên leşkeran ên çekê dixebitînin de dibînin, di dîmenên Wezîrê Perwerdê yê fîşekên heyawî berdidi de dibînin. Paşê jî yên ji bo tirsandina hevjîna xwe 3 caran çekê dadigirin û vala dikin, dikarin bikujin jî. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan pêdivî bi aştiyê heye. Ji bo rawestandina şer banga min aştiye, aştî, aştî."
(zt)