'Dewleta Tirk nikare qerekolên zirxî ser axa me ava bike'

09:22

JINHA

WAN - Rêvebera Rêxistina HDP'a Wanê Gulseren Kaya û Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Nezahat Ugra derheqê qereqolên zirxî yên ku Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP'ê dixwazin li bajarên kurdan ava bikin de bertekên xwe anîn ziman. Gulseren û Nezehat di vê çarçoveyê de gotin "Dewleta Tirk nikare qereqolan li ser axa Kurdistanê ava bike."

Li Tirkiyê her roj bi destê hikûmeta AKP'ê de qetliam pêk tên û di encama van qetliaman de her roj gelek welatiyên sivîl tên kuştin. Li Kurdistanê hêzên dewleta tirk li ser navçeyên Sur, Nisêbîn û Cizrê di serî de jin û zarokan gemet welatî hedef digre û qetîl dike. Niha jî Hikûmeta AKP'ê hewl dide ku li nava taxên kurdan de qereqolên zirxî ava bike. Revebera HDP' ê Gulseren Kaya û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Nezahat Ugra jî ji bo van qerekolan gotinên xwe anîn ziman.

'Polîtîkayên dewletê her tim têk diçe'

Gulseren anî ziman ku ev êrîşa dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê, ku di 7' ê Hezîranê de hatibûn destpêkirin bê navber didomin. Gulseren di berdewamê de ev tişt gotin: "Dewleta tirk êrîşên xwe bi tank, top û tîmên xwe yên taybet û bi gel leşkerên xwe qetlîaman li hemberi sîvîlan pêk tîne." Her wiha Gulseren diyar kir ku li gel hemû hewldanên qirêj jî polîtîkayên e dewleta tirk têk çûn û wiha got, "Ji ber vê jî polîtîkayên cuda pêk tîne. Le mixabin çi bike bila bike dîsa nikare serbikeve."

'Hikûmeta AKP' ê têkçûna xwe qebûl nake'

Gulseren, têkildarî derewên medyaya alîgir ya AKP'ê de jî ku dibêjin li bajarên kurdan hikûmet serketiye de ji got, "Her tişt li holê ye. Diyare ka kî serketiye, kî binketiye!". Gulseren di vê derbarê de ev tişt lê zêde kir: "Yên ku nava van êrîşan da serkeftî dayîk û zarokên vanê û ji ber ku axa xwe û welate xwe bi laşê xwe paristin û serkevtin ya welatiyane."

Gulseren li ser avakirina qereqolên zirxî ku tê xwestin li taxên kurdan bên avakirin de jî rawestiy û got ku ji dîrokê heya niha her tim dewlet dema ku nikare bikeve qadên kurdan bi pergalên cûda dixwaze kurdan têk bibe û wiha axivî: "Di dîrokê de jî tê xuyakirin ku dema dewlet li hemberî berxwedana kurdan têk çû pergal cerdevaniyê da dest pê kirin û li çar parçeyên heremê qereqolan da çêkirin û niha jî ji ber nikare bikeve heremên ku berxwedan lê tên kirin, qereqolên zirxî ava dike."

'Ji ber têkçûyina xwe qerokolên zirxî ava dike'

Nezahat jî li ser qereqolên zirxî ku dê li heremê bên ava kirin jî wiha nirxand: "Hikûmeta AKP' ê çi bike, bila bike nikare ku leşkerên xwe bêxe taxên Kurdistanê û gelê kurd ji tu carî destûr nade ku li ser axa Kurdistanê qereqolên xwe yên zirxî ava bike." Nezahat got ku ev polîtîkaya AKP' ê tiştek vala ye û ew baş dizanin ku dê hikûmet li hemberî berxwedana gelê kurd tê biçe.

Nezahat diyar kir ku heya ku ne bidilê wan be ew ê tu carî destûrê nadin ku hikumet li ser axa wan plan û projeyên xwe bêxe meriyetê û çawa gelê kurd di salên 1991'an de bi armanca ku tunabûna gelê kurd di valakirina gundan de gerîya û gund hatin valakirin niha jî heman polîtîkayê dide meşandin.

(hk-db/ho/rc)