Li Cizîrê agahî ji 24 birîdanan nayê girtin!
09:23
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji duh êvarî ve agahî ji 24 birîndarên di bodroma malekê de 4 rojin dibin topbaranê de li benda abolansê ne nayê girtin.
Di êrîşên qirkirina nijadiyên li Cizîrê berdewam dikin de berî 4 rojan di êrîşên hêzên dewletê de topek bi malekê ketibû û 28 kes birîndarbûn. 4 birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest dan. Ji 24 birîndarên ku 4 rojin di bodroma malek a Taxa Cudî de li benda abolansêne ji duh êvarî de agahî nayê girtin.
Ser avahiya birîndar têdenin êrîş berdewam dike, qatên 2 û 3 yên avahiyê ji ber topbaranê hatin xwarê. Her diçe rewşa birîndaran giran dibe. Herî dawî duh bi şev Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ji gel birîndaran tevlî bernama BBC ya Selin Girit bû, di heman demê de dengê teqînek mezin hati û got: "Divê ez niha telefonê bigirim" ji wê demê ve agahî ji wan nayê girtin.
Ji duh êvarî ve ji birîndaran ti agahî nayê girtin.
Di saetên şevê de li gorî agahiyên ji birîndaran hatî rewşa zarokek keç gelek giranbû.
parlementerê HDP'ê yê Şirnexê diyar kir ku rewşa birîndaran giran bûye û peyamek a welatiyek ê li gel birîndaran parkir. Peyam wihaye: "Zarokek keç a 13 salî giran birîndare her dem avê dixwaze. Lê ji ber xwîn rijahe hinavê wê em nikarin avê bidinê."
Faysal paşê diyar kir ku agahiyê wan ji birîndaran hatiye birîn û got: "Dibe ku ser birîndaran operason kiribin. Ji saetên şevê heya niha bajar bêdenge."
(zt)