'Divê hemû cîhan Erdogan û hikumeta wî asteng bikin'

09:55

JINHA

ENQERE - Cîgirê Serokê EFA (Îtifaqa Azadiya Ewrupa) Lorena López de Lacalle diyar kir ku şerê li Tirkiyê tê meşandin li Ewrupayê nayê dîtin û got: "Divê hemû cîhan Erdogan û hikumeta wî asteng bike."

Cîgirê Serokê EFA (Îtifaqa Azadiya Ewrupa) ya ku ji 47 partiyan pêktê û Berpirsê Karêderve yê Eusko Alkartasuna'nın (EA) (Şêwirmendiya Bask ê) Lorena López de Lacalle hat Enqerê. Lorena hem bi nûnertiya EFA û hem jî bi nûneriya EA yê li ser vexwendina HDP'ê hat beşdarî kongerya HDP'ê bû. Lorena çavdêriyên xwe bi JINHA yê re par kir. Lorena hemû xebatkarên JINHA yê pîroz kir û got: "Ji ber ku we ajansek nûçeyan a tenê ji jinan pêktê û hun nûçeyên rastî dişopînin ez we pîroz dikim. Hun ji me zêdetir pêş de çune. Ji ber ku li Ewrupayê mirov rastî tiştek wiha naye."

'Ewrupa nabîne, şerê rastî li vêderê ye; li Tirkiyê ye'

Lorena xebatên HDP'ê di nava Tirkiyê de jî pîroz kir û wiha domand: "Kes di derbarê şerê li vêderê tê meşandin de na peyîvin. Ew tenê ser şerê li Îraq û Suriyê tê meşandin de dipeyîvin, lê şerê herî xirab li vêderê tê kirin. Mirov ji birçînan li ber mirinê ne. Ev tiştên divê em ji derve bizanin. Em dikarin bêjin HDP ji bo guherîn û veguherîna civakê nêrînek gelek başe."

'Divê hemû cîhan Erdogan û hikumeta wî asteng bikin'

Lorena bilêv kir ku piştî ew hatiye Tirkiyê li gel Nûnerên Karêderve yê HDP'ê, Rojavayiyan û yên ji Ewrupayê hatîn re hevdîtin kiriye û wiha berdewam kir: "Em dixwazin lîsteyek di derbarê em û hun dikarin çî bikin amadebikin û bişînin Ewrupayê. Emê nivîsek a pêşiniyaran amadebikin. Emê pêşkêşî welatên Baskê û Ewrupayê bikin. Hikumeta Tirkiyê bi rêbazên DAIŞ'ê hewildide gelê kurd tine bike. Divê hemû cîhan Erdogan û hikumeta wî asteng bikin."

(zt)