Li hember êrîşên qirkirinê li Amedê 5 cihên cuda nobet
10:02
Duygu Erol/ JINHA
AMED - Li hember êrîşên ser Sûrê ku di roja 57'an de berdewam dike çalakiyê nobetê li 5 cihên cuda yê Amedê belav dibe. Xwendekarên ku kedkarên perwerdehiyê bi tenê ne hêlan gotin, "Heya ku mamosteyên me di çalakiyê de bin em ê jî dev ji çalakiyê xwe bernedin."
Berxwedana navçeya Sûrê li hember êrîşan di roja 57'an de berdewam dike. Ji bo piştgirî dayîna berxwedana dîrokî li 5 cihen cuda çalakiya nobetê didome. Çalakiya kedkarên tenduristiyê yê ku bi dirûşma "Hember mirinê berxwedana spî" li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dane despêkirin di roja 35'an de berdewam dike. Li taxa Lalebey û Îskenderpaşa yê Sûrê bi armanca piştgirî dayîna berxwedanê 37 rojin çalakiya nobetê didomînin.
Xwendekara zanîngehê Leyla Bîrîm ya ku tevî malbatên ku nikarin cenazeyê xwe werbigrin di çalakiya nobetê de ye wiha got,"Eger em bi zîhniyeta marê ku bi min ve nede bila hezar sal bijî nêzbibin dê ev agir me tev bişewitîne. Ez dixwazim li vir piştgirî bidim. Gelek dibistanên zarokan hatin rûxandin û mal li ser serê mirovan tên xarê, ma qey canê mirovan ewqas erzan bûye? Pêtik di zikê dayîkan de tên qetilkirin û mirovê li hember vê yekê bêdeng dimînin. Ji pêtikê zikê dayîkan re jî dibin terorîst. Qet wîjdan nemaye. Îro ji bo berjiwendiya îqtîdaran gelek ciwan dibin qurban. Lê ne xema ti kesiye. Îro li Sûrê komkujî heye lê li cihên din yê Amedê jiyan berdewam dike."
Xwendekarê dibistanê Seretayî M.K yê ku tevlî çalakiya nobeta mamosteyê xwe li Konukevî bû jî wiha got, "Mamosteyên me ji bo aştiyê li virin em jî aştî dixwazin. Em li gel mamosteyên xwene. Em naxwazin zarok bên kuştin. Ez li Rezanê dijîm lê her roj dengê çek û top tên me. Em nikarin rakevin û ser dersên xwe bixebitin. Ez ji bo tevahî zarokên li Kurdistanê nobetê li vir digrim. Heya ku mamosteyê min li virbin ez ê jî ligel wanbim. Aştî tenê bi xwesteka me pêk nayê, divê her kes werin vir û me fêmbikin. Divê em tev bi hevre ji vî şerî re bêjin êdî bese."
Xwendekarê bi navê S.K. yê ku mamosteyê xwe bi tenê nahêle wiha got, "Ez ji bo piştevaniyê hatim vir. Mafê jiyanê yê xwendekarên li Sûrê heye, lê ew di bin dengê top û tangan dijîn. Em vê yekê naxwazin. Ez ê di her warî de piştgirî bidim. Ez tevlî meşan jî dibim. Lê mirov vê yekê ji nedîtî ve tên. Yê ku ji destê me tê em dikin. Dê piştgiriya me berdewam bike."
Çalakiya nobetê her ku diçe mezin dibe.
(rc)