Li Cizîrê avahiya ku birîndar têdenin tê topbaran kirin
10:44
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê avahiya ku 5 rojin birîndar têde tên topbaran kirin topek dinê jî li avahiyê ket. Topa ku di paçê de kete hindivê avahiyê teqiya û qata 2'an a avahiyê anî xwar. Di navê de 2 zarok rewşa 3 birîndaran girane.
Di êrîşên qirkirina nijadiyên li Cizîrê berdewam dikin de berî 5 rojan topek bi malekê ket û 28 kes birîndar bûn. 4 birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest dan. Di bodroma avahiyek a li Taxa Cudî de 5 rojin 24 birîndar li benda rakirina nexweşxanê ne. Topbarana ser avahiya birîndar têdenin berdewam dike. Topek di paçê de kete hindirê avahiyê û qata 2'an a avahiyê anî xwar. Ji ber toz û dumana ji hilweşandina avahiyê derdikeve, birîndarên di qata bodromê de nefes nagirin. Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku ji birîndaran rewşa Sultan Irmak (15), Veli Çiçek (13) û Nusret Bayer girane.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku dê li gel jinên malbatên birîndaran di saetên pêş de ji bo girtina birîndaran dibin êrîşan de têkevin taxê.
(zt)